PoliticsTop

Pirsqisa Hayko Bag’date degme «Ermenîhabêr.am»-êr’a (p’ara 2-a)- Arsax

         Em p’ara pirsqisa t’ev Hayko Bag’datê fikirdar, r’ojne’mevanê navdar, nivîsk’ar û ger’bêjê Polsêyî ermenîye 2-a t’emsîldikin, li k’ö ew þer’ê Arsaxêyî xilazîyê, sîasîya Adrbêcanê û T’irkîaêye agrêsîve  meþandî þirovedike.

         Zêrandin û gefxwerinê T’irkîaêda miqabilî wîva hinartî sala 2016-a idî gihîþtibûne dereca bêh’ed bi qezîya. Bi me’nîyê sîasîyê peyk’etinê sûck’arîyê Hayko Bag’datî mecbûrkirin t’erka T’irkîya misk’enê xwe bide û  jîyînê Almanîaêda erêke.

         Ew, çawa fikirdar, bi þer’k’arîya xweye cöle’t e’yane- boy qebûlkirina K’omköjîya ermenîya, dêmokratîyayê, azaya gilî û p’arastina heqê mêrive h’îmlî.

         -Þer’ê Arsaxêyî xilazîyê û T’irkîa: vê yekêva girêdayî tê çi bêjî?

         -Ev þer’ bêþik ne tiþtekî dinbû, ne kö- peyhatina k’omköjîyê. Derheqa vê yekêda min isa jî cem þêwirxanevanê avropî û civaka  avropî p’ir’ cara xeverdaye. Hindava weda çi bahê naskirina k’omköjîyêye heye?, k’arê dide çi? Fikira min derheqa  Fransîayê û Almanîaêdaye. Niha  tiþtekî wa bînne ber ç’e’vê xwe. Hilbet, þaþe t’ev k’omköjîya cihûya miþlaqê derbazkin, lê bînne ber ç’e’va, wekî qewatê nasîstîyê Almanîaêda alt’nebûne û bi beyraqê hîtlêrîyê hana meda niþkêva Almanîya ÿrîþî ser Israîlê dike. Awa ya meye jîyî eve.  Bi beyraqê T’alêat’ p’aþa h’icûmî ser me kirin.

         T’eþkîleta “Dewleta îslamîyê”-ye tirsk’arîyê anîne ser me. Ez çûme û R’ojavayêda min bi ç’e’vê xwe “Dewleta îslamîîyê” dîtîye. “Ew e’ynî “Dewleta îslamîyê” anîne ser sînorê Ermenîstanê seva  jêkirina serê zar’ê me. Evê da k’ivþê, wekî h’esîndarîya hindava civaka h’emdinîaêda nisbetî k’omköjîyê dîharkirî bêfeydeye. Yanî, k’omköjînasa careke dinê jî cêr’ibandine e’melê xweye k’ömköjîyê biwek’ilînin û bi delîlî serk’etine.

         -Encam, k’ar û ziyana þêr’ seva alîya- angorî te.

         -Adrbêcan îro Erdog’anr’a çawa pêþe’nîya Qafqasîyayê lazime. Isa, çawa mesele pêþe’nîya R’ojavayê, yan pêþe’nîya be’ra Sipî lazime. Zalimek t’ev zalimekî din dik’eve nav hevk’arîyê. Niha jî T’irkîayê weke xwestina xwe eþîya wê bifroþe li Adrbêcanê, nav wê hejmarê isa jî sîlih’a. Dêmek, t’ifaqa wan  t’ifaqa merivê neh’îêr’a anîna e’dlayê, h’alxweþîyê nîne, t’ifaqa belakirina  dijmintaêye þêr’e. Ev t’ifaqa herdö zalima seva t’emamîya neh’îyê ya h’eyecanbûnêye.

         Îro T’irkîayê Adrbêcan “qibriskirîye”. Gilîyê min derheqa Qibrisa Þimalêdaye. Mînanî Qibrisa Þimalê dimeh’îne, çawa dewleta “ç’êt”. Wê r’êdaye. Lê evana isa jî ç’êtê xwe dixön.

         Û bi vî h’esavî seva Adrbêcanê jî ze’f bi qezîyaye. H’erke em ij goþê serdewletê neh’îyê- Ûr’isêtê û T’irkîayê dîna xwe bidinê, dêmek Adrbêcanê çi qazinckir, ez nizanim. Lê xwezil negihîþta vê niqitkê. Çimkî tirs, ÿþ û cor-cefê bi seda sala t’ev indakirina bi h’ezara zar’ê me dîsa t’ezebûn. Em dîsa travma mezin debirîn.

         Vî h’emûþkî t’esîra neyênî ser pêvajoya r’ûhevdök’etina k’omköjîyêye Tirkîaêda hiþtîye. T’esîra isaye neyênî, wekî wexta ç’e’lkirina Hrant Dînk’ ê kö dikirine gazî “em t’emam ermenîne”, h’eta dîsa ermenî çawa dijmin destpêkirine serwextvin û dijmintayê bikin. Eva seva me paþgaveke ze’f mezinbû.

         Lê ewa bi nihêr’andina li ÿþa cime’ta Ermenîstanêye jîyî-  xeverdana derheqa vê yekêda jî h’etta þerme. Vira derdê diha gelekî mezin heye. Bi hatina li vira ez diha baþ divînim û t’exmîndikim.  Seva me jî  T’irkîaêda bilindbûna faþîzmê, þêr’ bû paþdaçûyîna mezin. Û dêmek, xwexwetîya weye ermenîtîyêye destnîþankirî ber qezîyayê mezin sekinîye. Gilîyê min derheqa ermenîyê zart’irkîdaye, ê kö T’irkîaêda dijîn. Hûn zanin, wekî Karo Paylan jî bênavbir’î gefxwerin distendin. Gef li dêr, xeleq, r’ojne’mevanê meye qeydepêþ û wekî din dixöarin.  Seva me giþta jî toq  h’evekî diha zêde hatîye gövaþtinê, bîna me diha hatîye dadanê, çimkî  me giþta jî- Karo jî, min jî, em berdewamdikin miqatî cime’ta xwevin û ber faþîzma Tirkîaêda  zêdebûnê em paþda venek’iþîyane, em meh’kem sekinîne û em qîmetê wê edadikin.

         -Seva xwexwetîya ermenîyaye ÿt’nîk T’irkîaêda qezîya k’ûrbûye?

         -Þêwirxana T’irkîaêda qewata sîasîyê heye (Ew “Firqa cime’taye dêmokratîyê”-ye r’ikebere mêlk’örde), k’îjan xêrê  alîk’arîya 15%-ê binelîya divîne û k’îjan bangîna r’ûk’etina  t’ev K’omköjîya ermenîya dike, loma li sîasîya T’irkîaêye ÿrîþbirinêye þer’ê Adrbêcanêyî gemberdayîda dike. Ev t’emam, hilbet, encama me’rimîya meye dîtî û k’ördar’a hûrgilî þirovekirina vî h’emûþkîda. T’irkîaêda kodê k’omköjîyê dîsa destpêkirine e’melbikin. Ew h’esavdive, û wekî çawa ermenî h’erke sîasîyê yan bi rojne’mevanîyê mijûlvî, dêmek fêza sere teda bênavbir’î þûrê damoklîyê wê daliqîve.

         A lema ij goþê me h’alê ÿp’êce çetin e’firîye. Lê çi bikî, em gere bidûmînin þer’k’arîyê bikin, em gere bidûmînin þer’ bikin. Tiþtekî din jî heye: t’ö gaveke kirî badilhewa derbaznave. Divek vê demê em paþdak’etinê dijîn, lê em gihîþtine niqitkekê. Pirsa k’ördada, pirsa r’ûhevdök’tinêda em gihîþtine niqitkekê. Îro em vî h’alîdane, lê pêþer’ojêda h’emû tiþtê ij wê niqitkê destpêve,  wekî em idî gihîþtinê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button