PoliticsTop

Sînorê Ermenîstana serbestî naskirî seranser tê xweykirinê: Vag’arþak Harût’yûnyan

V. Harût’yûnyanê k’efîlê wezîrê xwexweykirinê da bawerkirinê, wekî sînorê Ermenîstana serbestî naskirî seranser tê xweykirinê. Bi t’ehwîlkirina “Armênprês”-ê- derheqa vê yekêda Harût’yûnyan þêwirxanêda got, wexta pirsûcava t’ev h’ökömetê, bi  dayîna cava pirsa Srbûhî Grîgoryana endama k’oma “Lûsavor Hayastan”-ê.

“Ew sînor, k’îjan bi Yektîya Sovêtîyê têr’adîtîbû û sînorê Ermenîstana serbestî naskirî, seranser tê xweykirinê. Hene cî, k’îderê ê me 50 mêtra pêþdane, hene cî hene, wekî bere’k’s. Eva wê yekêva girêdayîye, wekî îht’îmal nînbûye qeleça cîyê isa daynin, wekî îht’îmalve bêqezîabûnê û binqorlkirinê ewlekin”,- Harût’yûnyan got. K’efîlê wezîr da k’ivþê, wekî pirs gere wexta dêmarkasîyayê safîvin, lê ew yek ferzkir, wekî niha delîv t’inene, k’îjanê bigihînne köþtîya û birîndara.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button