PoliticsTop

Sedrê WAY îzin daye k’omeka e’skerîyê bidine Adrbêcanê​

Fermandarîya Amêrîkayê r’awestandina e’melê r’astkirinê we’dedirêjkirîye, k’îjan qedexedike alîk’arîya e’skerîyê bidine Bek’ûyê. 

Co Baydênê sedrê WAY îzin daye k’omeka e’skerîyê bidne Adrbêcanê. Çawa kovara “Di hîl”-ê e’lamdike, Baydên Kongrês daye pêh’esandinê, wekî fermandarî r’awestandina döristkirina “Akta alîk’arîya li azayêye” 907-a dirêjdike.

Döristkirin sala 1992-a qebûlbûye- bin fiþara lobbîya ermenî. T’emesûk dayîna alîk’arîya ser dereca dîwanîye  li Adrbêcanêye hindava WAY-da sînordike. Lê sala 2001-ê fermandarîyê WAY  e’melê aktê we’delî dane r’awestandinê, h’îmlî bi hebûna merem alîk’arîya Adrbêcanê bistînin- çawa t’opraxa navr’aderbazkirinê seva cîgöhastina baraye li Efg’anistanê.

Ÿnt’onî Blînkênê k’atvê dîwanî wexta pêh’esandina Kongrêsê e’lamkirîye, Wekî alîk’arîya hemane li Adrbêcanê wê net’er’bîne û cefê e’dilî serr’astkirina miqabilîhevbûna Qerebag’êye e’dilî wê net’er’bîne, lê isa jî bi meremê ÿrîþkirina miqabilî Ermenîstanê wê neyê xevtandinê.

Serk’arê dîwannasîya Amêrîkayê isa jî e’lamkirîye, wekî alîk’arî seva k’omeka li þer’k’arîya miqabilî tirsk’arîya ort’emiletîyê, lê isa jî “meh’kemkirina bêqezîabûna sînorê Adrbêcanêye”.

Kovar dide k’ivþê, wekî qirar layîqî t’enqîdlkirina ÿla ermenîyê WAY bûye. Gava Baydên pey qirara wîye t’arîxîye derheqa naskirina K’omköjîya ermenîye wesifkirîye.

“Naskirina K’omköjîya ermenîya isa jî borcdarîya gemkirina sûck’arîyê hemane miqabilî cime’ta ermenîaye hindava Adrbêþanêda t’exmîndike”,- nav e’lametîya Aram Amparyanê serwêrê þêwra Amêrîkaêye ermenîye miletîêyî îcrakirinê tê gotinê.

Ew difikire, wekî her e’melekî Baydênê sedir, k’îjan seva r’êjîma E’lîêv r’onkayê vêdxe, miqabilî semt’girîya wîye safîye derheqa t’êmatîka ermenîdaye.

Em bînne bîr- Co Baydênê sedrê WAY gilîyê 24-ê meha nîsanêyî hersaleda K’omköjîya ermenîya naskirîye û t’enqîdkirîye- bi xevtandina hima fikira “k’omköjî”.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button