E’lîêv careke din gefa li cime’ta ermenîya dixöe: T’at’oyan xîtavî xeleqê ort’emiletîyê dive

Arman T’at’oyanê piþtovanê CE-êyî HM ij k’êlma E’lîêv p’ar belakirine û göhdarîya xeleqê ort’emiletîyê, xazma- xweymandatê p’arastina heqê mêriv vexwendîye ser sîasîya hindava sedrê Adrbêcanêda meþandinê.
Arman T’at’oyanê piþtovanê CE-êyî HM belgê xweyî “Fêysbûk’”-êda careke din k’êlmê Îlham E’lîêvê sedrê Adrbêcanê belakirine, k’îjan aþkela nisbetî cime’ta ermenîya k’înê beladikin.
T’at’oyan daye k’ivþê, wekî bi pirsqisa sedrê Adrbêcanêye 20-ê meha nîsanê r’ik’indive, wekî merivê sade, ê kö Arsaxêda dijîn, t’emamîya cime’ta ermenîya bereberin, faþîstin, ê mik’örin û ê beyantî kirinêne. Ev ew pirsqiseye, bi k’îjanê ewî derheqa t’emamîya binelîyê Ermenîstanêda bi gefxwerinê qewaiê, þêr’e aþkela xeverdaye.
Sedrê Adrbêcanê nav pirsqisa 20-ê meha nîsanê dayî dabû k’ivþê, wekî “nav t’arîxa h’emdinîayê gele þer’ bûne”, lê zalimtî, dijmintaya vê derecê, bi t’exmîna min, nav t’arîxa þer’ê h’emdinîaêda nebûye (…) dijminê nifir’lêkirî h’emû tiþt, t’emamîya avaya wêrankirîye. Berberîya ermenî (…) berberîya nebînayîye. Bile h’erke em himberî þer’ê h’emdinîaêyî dödakin, wî çaxî beyantî nedibû, heykelê olîye bîranînê wêrannedibûn. Vî h’emûþkî em ze’f baþ zanin. Faþîzma ermenî ij cûr’ê faþîzmê h’emû welatada bûyî faþîzma heremik’ör, herezalime”,- E’lîêv gotîye.
Ewî careke din bi þêr’ gef li cime’ta ermenîya xweriîye, bi k’ivþkirina, wekî Ermenîstanêda hine qewatê r’êvanþîst serî r’adkin, û ew gere bizanvin, wekî her demekê, “çaxê lazime serê wanê bê h’incir’andinê”.
“Em nikarin îznê bidin, wekî Ermenîstan ordîya xwe careke din bîne-bigihîne h’alekî isa, wekî eva xilazîyê seva me qezîyakê t’emsîlke. H’erke qezîyake îht’îmal t’exmînkin, emê dîsa t’önekin. Baxçê t’alanê e’kserîyê, k’îjanî îro Ermenîstanêda qalmeqalma mezin bilindkirîye, meremekî wîyî h’îmlî heye- cime’ta Adrbêcanê berberîya ermenî t’ö wexta gere bîrneke. Em wê yekê t’ö wext a gere bîrnekin. Emê wê yekê t’ö wexta bîrnekin. Evê yekê t’emam bira bizanvin”,- E’lîêv e’lamkirîye.
Arman T’at’oyanê piþtovanê CE-î HM careke din göhdarîya xeleqê ort’emiletîyê, xazma- ê xweymandata p’arastina heqê mêriv vedxûne ser van k’êlmê sedrê Adrbêcanê û sîasîya meþandinê.
“Aþkelaye, wekî gilî derheqa sîasîya þîretk’arîya ermenînefretkirinê û dijmintayê, sîasîya r’asîzmê û faþîstîyêda nisbetî binelîyê Ermenîstanê û Arsaxê, cime’ta ermenîya. Hima ev k’êlm û sîasî me’nîya beyantî û zalimtîyê adrbêcanî, h’îmê zêrandinane”,- T’at’oyan daye k’ivþê
Bi gilîyê wî- bere’k’s k’êlmê k’ivþbûyî- h’ökömeta t’ö zemanekî CE t’ö wexta nisbetî cime’ta Adrbêcanê, merivê sade, ê kö Adrbêcanêda dijîn, sîasîya e’ynatê yan dijmintayê, faþîzmê nemþandine û nameþînin.