PoliticsTop

Pirsa r’ewþa QÇ’ gere safîve: sefîra WAY-ye CE-êda

Temê WAY heye pirsa r’ewþa QÇ’ û safîkirina pirsgirêka merivê cîr’aqetandîda peyr’evve Derheqa vê yekêda nav qisa t’ev “Azayî”-ê Lîn T’rêysîya sefîra WAY-ye Ermenîstanêda gotîye.

Bi gilîyê sefîreyê- ij þikê dere, wekî bi h’esavê sekinandina þêr’ Ûr’isêtê dilqê ferz list, lê hilbet þer’ bi e’melê konkrêt hatîye sekinandinê gele pirsê ze’f ferz mewcûdin, k’îjan gere safîvin, nav wê hejmarê- r’ewþa QÇ, pirsgirêkê merivê cîr’aqetandî.

Lîn T’rêysîyê binxetkirîye, wekî dewra pey þêr’r’a bêqezîabûn ij pirsê safînebûyîye, k’îjan pirsgirêka hejmara yekêye. WAY mecala berfirekirina hevk’arîya t’ev Ermenîstanê divîne, nav wê hejmarê- ware bêqezîabûnêda.

“Ew her t’enê bêqezîabûna QÇ’ nîne. H’evtya derbazbûyî ez Syûnîk’êdabûm, li k’ö min ew encamê miqabilîhevbûnê dîtin, wekî gihîþtine malê ermenîyê Syûnîk’ê, çaxê ser r’ê hazirîya e’skerê bi r’eqema mezin heye- qölixçîtyê ermenî, adrbêcanî û ûr’isaye e’skerîyê- dest sînor, wekî niha ser r’iya h’îmlî derbazdive. Ez r’astî kesê cîr’aqetandî hatim, ê kö hila hê h’ewcê k’omekêne, û ev ew ware, li k’ö Wîlayet’ê Yekbûyî ze’f wergirtî bûye.

Ez difikirim, wekî ij xêrxwezê Ermenîstanê cefê ze’f întênsîv wê bê xwestinê. Yektîya Avropayê ze’f wergirtîye û k’arê xwe dike cefê t’evayî bivîne-pirsê erêkirina meh’kemîyê û e’dlayêye we’dedirêjda alî Ermenîstanê û neh’îyê bike.

Isa jî pirsê dasekinandina malhebûnêva girêdayî hene. Em isa jî dîna xwe didinê, k’a em çawa dikarin k’omek û alî pêþdaçûyîna malhebûnîêye Ermenîstanêda bikin”,- sefîra WAY-ye Ermenîstanêda xitimkirîye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button