Politics

Garo P’aylan t’ivdîra qanûna naskirina K’omköjîya ermenîya t’emsîlî sedirtîya miclisa T’irkîayê kirîye

Garo P’aylanê endamê Firqa T’irkîaêye cime’tê mêlk’örde dêmokratîyê, dêpûtatê ermenî t’ivdîra qanûnê t’emsîlî sedirtîya miclisa T’irkîayê kirîye, bi k’îjanê pêþdanîn tê kirinê K’omköjîya ermenîya naskin, navê cavdarê k’omköjîê ij warê civakî bidine hilanînê û qanûna T’irkîaêye derheqa bajar’vanîyêda göhastina bikin.

Çawa “Armênprês” e’lamdike- bi bîranîna “Akos”-a Stembolê, îzbatkirina t’ivdîra qanûna P’aylane t’emsîlkirîda k’ivþdive, wekî civata T’irkîaêye Miletîêye mezin gere borcdarîyê hilde, wekî Qir’a cime’ta ermenîaye mezine dîtî bi navê r’ast bê navkirinê. “Sûck’arîya mezin hindava þêwirxana T’irkîaêda gere bê naskirinê, û ziyank’êþê ij K’omköjîya ermenîya 106 sala þönda gere bigihîjne heqîyê”,- t’itvdîrêda k’ivþdive.

P’aylan 24-ê meha nîsanê gilî hinartibû, k’îjanîda dabû k’ivþê, wekî pirsa K’omköjîya ermenîyada her t’enê T’irkîaêda dikarin bigihîjne heqyîê. “K’omköjîya ermenîya ser vê xwelîyê qewimîye, û pirsa k’omköjîyêda her t’enê ser vê xwelîyê heqî îhtîmale. H’erke Tirkîya r’û K’omköjîya ermenîyak’eve, idî wê ferz nînve, k’a þêwirxanê dewletê din wê çi bêjin. 106 salin- k’omköjîya ermenîya înk’ardive, û dest wê yekê didûmîne bimîne mijara e’ne’nekirina þêwirxanê welatê din”,- P’aylan dabû k’ivþê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button