PoliticsTop

Sîasînasê tirk: Pirsa înk’arkirina k’omköjîyêda derge-dîwanê T’irkîaêye îro ê berê bêt’ertirin

“Ermenîhabêr.am” berî 24-ê meha nîsanê qise t’ev  Cêngîz Ak’t’arê sîasînas, r’ojne’mevan û ger’bêjê t’irkî e’yan derbazkirîye.

Ew zölmk’arîya nisbetî ermenîya mîaserbûyî nasdike û t’enqîddike. Çend sala pêþda ewî cime’tî gotibû: “Îsafa min înk’arkirin û hêçxemîya nisbetî Qir’a mezin, wekî ermenîyê osmanîyê t’esmîlbûn, qebûlnake. Ez vê heqîyê înk’ardikim, ez h’esîn û derdê xûþk û birê xweye ermenî nîvîdikim û  ij wan bexþandinê hîvîdikim”.

Pirsqisêda Ak’t’ar paþda veger’yaye ser sîasîya T’irkîaêye derheqa K’omköjîya ermenîyada meþandî.

Pey  þer’ê Arsaxêyî xilazîyêr’a Ermenîstan berî 24-ê meha nîsanê ij T’irkîyayê dikare ç’e’vnihêr’î çive?  Pêþdaçûyînê   xilazîyêva girêdayî e’lametîyê Ankarayêda îht’îmale göhastinek bive?

-R’êjîma Ankarayê dest pêþdaçûyînê der û höndör’ lap h’alê  hemeqdaye. Îht’îmal nîne bêjin, wekî Txirkîya her pirsekêda sîasîya we’dedirêj dimeþîne, her t’enê r’ojê xilazdike. Lê çi dimîne bona Ermenîstanê, ez nav sîasîya sedsale ç’e’vnihêr’î t’ö göhastinekê (ya Tirkîayê) nînim.

Co Baydênê sedrê WAY ij hilbijartinê h’etanî îror’astî Erdog’an nehatîye û pêr’a bi t’êlê qisenekirîye. Bi h’esavhildana e’ynata eleqetê T’irkîa-WAY-da mewcûd, tö çi difikirî? Baydênê gilîyê 24-ê meha nîsanêda xevera “k’omköjî” bide xevatê?

-Çawa peyr’evê t’emamîya t’êmayê, isa jî ez, difikirim, wekî Baydênê sedir xevera k’omköjî wê bide xevatê. Ewê bive ne kö ceza li T’irkîya dêmokrat, lê  deranîna döristîyê, k’îjanê her merivekî aqil qebûldike. Alîyê dinêva ij  Mala sipî Amanda Slot’ û hinekê din, ê kö t’erefdarê  bi ze’f berbihêrî berbir’îbnûa li r’êjîma Ankarayêne, dikarin sedir ij wê qirarê paþda bidne seknandinê- bi binxetkirina  dereca endambûna T’irkîaêye li NATO-ê.

Bi fikira te, T’irkîaêda gelo qewatê sîasîyêî hene, k’îjan çaxê dîwanê hildine destê xwe dewsa înk’arkirina K’omköjîya ermenîya r’iya naskirina wê wê bijbêrin?

-Pêþtirî HDP’-ê (Firqa T’irkîaêye r’ikeber, mêlkörde Cime’taye dêmokratîyê)- na. HDP’ jî îht’îmal nîne, wekî bê li dîwanê.

-Gelo îht’îmadl, wekî seva vekirina sînorê ermenî-t’irkî T’irkîya pêþertê t’eze pêþda bîne?

-Seva vekirina sînor t’ö astengek nemaye, çimkî me’nîya yekalî dadana wî idî hatîye hilanînê. Lê balansa sîasîêye Ankarayêda mewcûd pêþdanîna wê (vekirna sînor) neîht’îmal dike. Bi e’ynî cûr’eyî t’evbûna T’irkîaêye bi delîlî li þer’ê Qerebag’ê, pirsa “serr’astkirinêda” sîasîya nisbetî Ermenîstanê dive ya diha çetin.

-Bi fikra te, sîasîya Ankaraêye înk’arkirinê h’etanî k’engê dikare bidûme?

-Pirsa înk’arkirinêda r’êjîma îro (derge-dîwanê T’irkîaêye vê gavê) ij ya  berê bêt’ertire. Naskirina k’omköjîyê goveka pêvajoya YA-êda divek îht’îmalbû, lê ew  mecal idî hatîye têberdanê. T’irkîaêda k’omköjî ewqa we’de wê neyê naskirinê, h’etanî h’al bi çapa ÿp’êce serobino nebûye, axirîya çida “kevir ij cî wê bilweqe” û hevraqayîlîya civakî wê pêkbê. H’alê T’irkîaêyî belayê divek   serdap’ê welger’andinêye?

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button