PoliticsTop

Naskirin û t’enqîdkirina k’omköjîyêye, wekî zölmk’arîyê t’eze gere bide sekinandinê: serekwezîrê CE

N. P’aþînyanê serekwezîrê CE 106-salîya bîranîna cangorîyê K’omköjîya ermenîyava girêdayî gilî hinartîye. “Armênprês” gilî seranser t’emsîldike.:

​“Wet’enwarê delal,

​Îro, çawa wekî bi dehesalîya, em bîranîna cangorîyê Qir’a ermenîyaye Mezine bêgöne r’öh’bangîdikin. Em qedir ber mîlîon nîvek  þeh’îda digrin, ê kö salê þer’ê h’emdinîaêyî pêþin bûne cangorîyê sîasîya derge-dîwanê Qeyserîya osmanîêye sûck’ar.

106 sala pêþda bi dest û  xwestina h’ökömeta Qeyserîya osmanîêye cont’irka k’omköjîya sedsalîya 20-îye pêþin hate mîaserkirinê. Ya qewimî wan r’oja hindava dewletê mezinda hate wesifkirinê çawa sûck’arîya miqabilî merivayê û þaristanîya mervayêva hinartî. Bi h’ezara sal jî derbazvin, em- ermenî, emê bidûmînin bînne bîr û emê îznê nedine dinîyayê bîrke, wekî 24-ê meha sala 1915-aye nîsanê   t’or’nê fikirdarê Ermenîstana r’oavayê hatne girtinê û meh’kûmî mirinê bûn. Serê giregirê cime’têye fikirdarîyê, r’öh’anî û medenyetî hate lêxistinê. Cime’ta ermenîya ij jîyîna colana xweda hate me’rimkirinê. Ew t’esmîlî qir’ê seranser bû û ij wet’enê xwe hate derkewkîkirinê- û bi k’iþandina corê nemervayê û derdayînê h’ecma degme. Ziyan, wekî gihîþte li mîarat’a cime’ta meye medenyetî û ayîna dîn, t’esmîlî qîmetkirinê nebû û ya nedasekinandinêye.

T’ev me isa jî yûnanîyê Pontosê, mexîn û ÿzdî ij wet’en hatne me’rimkirinê. Ew cime’tê seva me ermenîya bira jî t’esmîlî r’esîdkirinê bûn- bi me’rimbûna ij heqê jîyîna warê xweye e’slîda.

​Gönek’arê wan sûck’arîyê sawk’êþîyê k’îbûn?, cavdarê wan k’îbûn? Cav bêþike: h’ökömeta Qeyserîya osmanîêye cont’irka, bi îlêologîya t’ûrk’îzmê û pant’ûrk’, e’frandina T’irkîa monoÿt’nîk û h’ecimp’arêzîyê ij meremê k’îjanêyî ferzbû, k’îjanê sirîya xweda fikraermenînefretkirinê û azabûna ij kêmjimarê miletîyê û ayîna dîn e’firandibû.

​Salê þer’ê h’emdinîaêyî döda bi serk’arîa firqa Almanîaêye nasîstîyê k’omkjîya cime’ta cihûya mîaserbû. Þeþ mîlîon cihû bûne cangorîyê Holok’ost’ê. Pey þêr’r’a zölmk’ar ber e’daletê sekinîn û ceza layîq k’iþandin. Isa jî  ew îdêologîya t’enqîdbû, bi k’îjanê  k’ömköjvan r’êberdibûn. Nasîzm bi heqî döriþmbû çawa  îdêologîya sûck’ar, û îro kes dinîaêda töröþnake seva wê gilîkî piþtgirîyê, xêrê bêje.

Bi pêþdaçûyîna dereca, lê ya e’ynî  dereca K’omköjîya ermenîyada neqewimî. E’wil, nîvê sedsalîya deprbazbûyîyî pêþin mêxanîzmê e’daletêye isa bêcerkirî nînbûn, k’îjana seva zölmk’arîyê hemane ter’ikîye hindava  dewletêda bûyî wê gazî cavdayînêkirana. H’etta fikra k’omköjî t’inebû.

Lo hila, cime’ta ermenîya ij mecala peyk’etina li de’wa xwe me’rimbûyîbû.  Dehesalîyê pêþine pey k’omköjîyêr’a dengê Maciratê hila hê ÿp’êce ê bihîstinê nînbû: ewê hila hê t’eze birînê xwe dermandikir û xeleqê miletîyê r’adkire p’îya. Lê Ermenîstana Sovêtîyê h’etanî xilazbûna Þer’ê wet’enîyêyî mezin ij mecala k’etina pey pirsê lap me’rimbûyîbû.

Macirata ermenî pirsa K’omköjîya ermenîya karibû dehesalîyê pey Þer’ê h’emdinîaêyî dödar’a bike ya bihîstinê. Lê wî çaxî, çaxê dinîya döqöt’bbû, pant’ûrk’îzm h’esavdibû we’dê t’arîxîyî bihörî. K’omköjîya ermenîya û îdêologîya ew xöliqandî bêceza man. Lê sûck’arîyê bêceza mayî û bîr-bawerîyê ew qinyatkirî xeysetê wanî hatina wek’ilandinê û careke din dîharbûnê heye.

Þer’ê Qerebag’êyî döda, agrêsîya adrbêcanî-t’irkîye Arsaxêda r’esîdkirina cime’ta ermenîyava hinartî, sîasîya T’irkîaêye derekeye h’ecimp’arastinê, temê t’opraxêyî nisbetî Ermenîstanê, þe’detîya daxöliqandina bîr-bawerîyêne.  Ermenînefretkirin nav serecema pant’ûrk’îzmêye, lê dîharbûnê wêye heresawk’êþîyê îro em Adrbêcanêda divînin- bi qedandina derge-dîwanê wî welatî.

K’îjan gere bive cava me li wê gefxwerina nêopant’yûrk’îstîyê? Her û her t’enê Ermenîstana h’emzemanî û  xweya t’ifaqdarê zor, k’îjanê ser e’sasê dêmokratîyayê û serdestîya qanûnê avakirîve. Pêr’a jî ya înk’arnekirinêye, wekî her t’enê t’enqîdkirina sûck’arîyê zölmk’arîyê pêþr’ojêye t’eze dide r’awestinê, û em hindava welatê dinîaêye baþqe-baþqeda naskirina k’omköjîya ermenîya bilind qîmetdikin.

Lê ya gotî t’ö cûr’eyî îzin t’ine þirovekin çawa înk’arkirina cotxeverdana neh’îyê. Em wê yekêr’a hazirin. Lê  cotxeverdana meye  nitirandî nikare ij qeleçê qewatêve. Ew dikare her t’enê bi e’sasê heqwekehevtîyê biqewime. Emê t’ö wexta bûyîna k’omköjîya ermenîya nekine bin pirsê, û bira kes nefikire, wekî ermenîk, r’ewaneke Ermenîstanê yan Maciratêye sîasîyê we’dekî wê xayîntîyê li bîranîna cangorîyê bêgöne bike û wê bive h’emgönek’arê K’omköjîya ermeîya. Naskirin û t’enqîdkirina k’omköjîyêye, wekî zölmk’arîyê t’eze wê r’awestîne.

Wet’enwarê delal,

24-ê meha nîsanê dema fikirmîþbûna derheqa miletê me,  t’arîx û pêþer’oja cime’ta medaye heremecbûrkirinêye, me’nîya qîmetkirina qewat û kirina meye heret’êye. Encamanîna hereferz, wekî ij wê dikarin bikin, eve: serê sedsalîya  berîn qezîyayê ber cime’ta me sekinî îro jî hene. Þer’ê Qerebag’êyî döda þe’detîya wêye geþbû. Ermenîstana her t’enê bi malhebûna pêþdabir, ösûla bêqezîabûnê û sîasîêye h’emzemanîye, wekî t’emamîya ermenîya dora xwe wê bicivîne, dikare  ber wan wê qezîyayê t’avê xwe bîne.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button