Co Baydênê sedrê WAY 106-salîya K’omköjîya ermenîyava girêdayî e’lametî kirîye- bi xevtandina xevera “k’omköjî”.
“H’ersal vê r’ojê em wan giþta tînne bîr, ê kö wexta K’omköjîya ermenîaye dewra osmanîêda cangorîbûne û em borc hildidin wek’ilandina beyantîya heman bit’er’bînin. Em qedrê bîranîna cangorîyê Qir’a mezin digrin, wekî sawa ya qewimî t’ö wexta neyê bîrkirinê”,- gilîyê sedrê WAY-da hatîye gotinê.
Baydênê Sedir, bi vî cûr’eyî, sozê xweyî berî bijartina qedand û bû sedrê WAY-yî pêþin, ê kö K’omköjîya ermenîya naskir.