Politics

Angorî heqê ort’emiletîyê- pirsa hêsîra t’ö wexta nikare bê sîasîkirinê: G’azînyan

Sêrgêy G’azînyanê t’emîdarê Arman T’at’oyanê piþtovanê CE-yî HM nav qisa t’ev Spûtnîk Armênîayê paþda veger’yaye ser pirsgirêka qölixçîyê e’skerîyê û kesê bajar’vanîêye hindava Adrbêcanêda hêsîrbirî, xevata  t’erefê azakirina wanda bûyînêda.

Bi salixkirina Sêrgêy G’azînyan- îdara PHM ij r’oja destpêbûna þêr’e pêþinda xevata hindava Adrbêcanêda t’r’ibandinê heqê mêriv, tênivîsara sûck’arîyê þêr’ û lêk’olînkirinê mîaserkirina derheqa wanda çapik hatîye wergirtinê, encamê k’îjanê t’emsîlî  hevalk’arê ort’emiletîyê û meqametê CE-êye xweyr’aye dîwanî bûne.

“Xevata delîlberevkirinê t’erefekî ferzbûye, encama k’îjanêda vîdêomade, fotoþikil û madeyê din hatne berevnivîsarê, k’îjan derheqa hindava Adrbêcanêda sûck’arîyê þêr’e mîaserbûyî û t’er’ibandinê heqê mêrve bêqirarda þe’detîyê didin. Merem, fe’mdarîye, t’emsîlkirina döristîêye obyêktîye, k’a hindava qewatê adrbêcanîye sîlih’bûyîda beyantîyê çi cûr’eyî hatne kirinê”,- t’emîdarê PHM da k’ivþê.

Bi t’ehwîlkirina G’azînyan- encamê xevata dîwana PHM-e delîlnivîsarê t’emsîlî meh’kema Avropî bûne. Piþtovanê CE-î HM  pirsgirêka hêsîrava girêdayî bi gotara  sirêder jî pêþda hatîye, k’îjan ser h’îmê pirsqisê t’ev hêsîrê ermenîye e’skerîyê t’eþkîlbûye. Bi gotna G’azînyan- bi derk’etina ij heqê ort’emiletîêyî hûmanîtar, pirsa hêsîra t’ö wexta nikare bê sîasîkirinê, çi Adrbêcan dike.

Bi gotna temîdarê PHM- angorî konvênsîya ort’emiletîyê hêsîrê e’skerîyê xölese gere bêe’glekirin bêy h’esavhildana wê yekê bêne paþdaveger’andinê, k’aderheqa wê yekêda e’lametîyê agirr’awestinêda tênivîsarek yan nöxta meh’kemnivîsî heye, yan na. Adrbêcan vê r’ewþêda ne kö t’enê dîna xwe nade mîaserkirina t’emesûka qolbûyî, lê isa jî pirsa hêsîra dicêr’bîne bike eþîya k’arh’izîyê baþqe-baþqe, k’îjan ya necayîz û qebûlnekirinêye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button