SocietyTop

240 mlrd dram bêt’erefkirina encamê koronavîrûsêva hatne erêkirinê

Goveka tedbîrê seva Ermenîstanêda bêt’erefkirina encamê koronavîrûsêye malhebûnîyêda 240 mlrd dram hatne mobîlîzasîakirinê, ij k’îjana 20 mlrd dram- ij byûcêya dîwanî.

Bi e’lamkirina “Armênprês”-ê- derheqa vê yekêda Mhêr Grîgoryanê dewsgirtîyê serekêwezîrê CE CM got- bi dayîna cava pirsa Arûsyak Cûlhakyana dêpûtata “Gava min”, k’a çiqa cem milahîmkirina encamê koronavîrûsêva  hatîye hinartinê.

“240 mlrd dram bi t’edbîra hatne mobîlîzasîakirinê, k’îjan mecalê qerza werdigrin. P’ir’anî portfêla qerzaye sûbsîdîakirîye”,- Grîgoryan got.

Ewî qerzê sûbsîdîakirinê h’esavkir aleta ze’f baþ. “Deynê ij byûcêyê dayî dike serîbinî weke 20 mlrd dram”,- dewsgirtîyê serekwezîr got.

Weke 19 mlrd dram ser t’edbîrê bi  hinartina malhebûnîyê hatne xerckirinê. Lê cema t’edbîrê sosîalîyê kirîye  weke 25 mlrd dram.

Bi meremê sala 2020-î milahîmkirina koronavîrûsê h’ökömetê cêrge t’edbîr bêcerkiribûn- bi dayîna alîk’arîyê çawa li bajar’vana, isa jî- malhebûnvana. Goveka t’edbîrada isa jî qerzê sûbsîdîabûyînê dihatne dayînê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button