
N. P’aþînyanê serekwezîrê CE wê h’öcetê ya serwextnebûnê h’esavdike- gelo t’irk û adrbêcanî dijminê cime’ta ermenîyane? Bi t’ehwîlkirina “Armênprês”-ê- serekwezîr r’ûniþtina CM-êye 14-ê meha nîsanêda, bi dayîna cava pirsa Alên Sîmonyanê dewsgirtîyê zarbêjê þêwirxanê, da k’ivþê, wekî pirsgirêk nav serwêrîkirina wê dimjmintayêye.
“Ez, sadiq gotî, vê h’öcetê serwextnavim. Ew emin,wekî gere cava wê pirsê bidin? T’arîxa me, qewmandinê xilazîyê… ew mijara e’ne’n’kirinê nîne, wekî erê t’irk, erê adrbêcanî dijminê mene. Ew jî me dijmin h’esavdikin. Pirs dereke dine- baþ, evê dijmintayê emê çabikin. Ez vê qirarê divêjim, çiqasî em dijmin h’esavdikin, ewqasî me dijmin h’esavdikin, çiqasî ew zêde dijmin h’esavdikin, ewqasî em wana dijmin h’esavdikin. Pirs ewe, k’a emê wê dijmintayê çiqasî ÿskalasîakin, ew û em pirsgirêkê datînin, wekî ew me t’önekin, em jî wana? Em pirsgirêka isa gere t’eþkîlnekin, lê ew jî gere pirsgirêka heman t’eþkîlnekin”,- P’aþînyan got.
Serekwezîr da k’ivþê, wekî gere ze’f fesal, zerîf, ze’f aqil serwêrtîyê wê dijmintayê bikin, çimkî ew pirsa yekalî safîbûnê nîne.