PoliticsTop

Nîkol P’aþînyan dide bawerkirinê- k’ara Ermenîstanê pirsa bêh’esarkirina p’evgirêdanê transportîêyda e’mirkirine

N. P’aþînyanê serekwezîrê CE dide bawerkirinê, wekî neh’îêda xevata bêh’esarkirina p’evgirêdanê malhebûnîyê û  transportîyêda bêþik k’ara Ermenîstanê wê bidine h’esavhildanê. Bi e’lamki rina “Armênprês”-ê- derheqa vê yekêda N. P’aþînyanê serekwezîrê CE got- bi dayîna cava Srbûhî Grîgoryana ij “Lûsavor Hpayastanê”.

“R’iya Syûnîk’êva derbazbûnê, wekî  Naxîcêvanê Adrbêcanêva gere girêde, k’îjan t’opraxêva wê derbazve? De’wmeþandin heye?, wekî  ew t’oprax, k’îjanêva r’ê wê derbazve, bêqezîabûna bajar’vanê meva girêdayî t’ö pirsgirêkekê wê pêþda neyne”,- Grîgoryanê pisrî.

P’aþînyan anî bîr, wekî careke din vekirina komûnîkasîyava girêdayî e’ne’nekirin divin, k’oma xevatê t’eþkîlbûye- bi serk’arîya dewsgirtîyê serekwezîrê h’ersê welata. “P’evk’etinê berç’e’v wî t’erefîda nehatne p’eydakirinê, þax hene. Pêþdanîn, fikrê alîyê adrbêcanî hene, û pêþdanîn û fikrê me hene, û ê alîyê ûr’isa hene. Dora wan fikra emê bicêr’bînin safîkirineke t’omerî, hedefa t’omerî derxin. Lê tiþtekî dikarim bêjim, wekî wexta  mîaserkirina wan qirara k’ara CE gere û e’seyî gere bê h’esavhildanê. Pirsgirêka me ne kö t’enê ewe, wekî em gere r’ê bidin, lê pirsgirêka me ewe, wekî r’iya me gere heve”,- P’aþînyan got.

Ewî t’exmînkir, wekî de’w hene û t’imê jî hebûne, van 30 salê xilazîyêda qezîya nehatne göhastinê, divek paramêtrê wan qezîyaye fîzîkîyê hatne göhastinê, lê bi h’esavê mezin ew qezîya hene. Serekwezîr da k’ivþê: “Em gere cefê herîzêde bivînin, wekî em bikarvin encamê avakirinê û pozîtîv derxirn. Hilbet, pirsgirêkê bêqezîabûnê, malhebûnîyê, binxeleqa hene. Û t’emamîya  p’êç’ana wan pirsgirêka bi cûr’eçapa sêalî tê e’ne’nekirinê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button