PoliticsTop

P’aþînyan gotîye, bi pirsa “Spûtnik Vî”-ê Pûtînr’a k’a çi p’evk’etine

Bi gilîyê serekwezîrê CE- bi mîlîona dermançapê p’êwenda ûr’isî welatê mer’a lazimin. N. P’aþînyan e’lamkirîye, wekî V. Pûtînê sedrê T’Û-r’a derheqa r’adestkirina p’êwenda ûr’isîîye “Sputnik Vî”-da p’evk’etîye.

“K’omqedera pêþin tê anînê li Ermenîstanê- bi 15 h’ezar dermançapa, lê lazmaya weke mîlîona heye. Û em tev sedrê Ûr’isêtiê p’evk’etine, wekî Ermenîstanê ewê bistîne”,- P’aþînyan nav pirsqisê, k’îjan daye p’êla dûrdîtinoka “R’osîa 1”, gotîye.

Ewî daye k’ivþê, wekî îro dinîaêdak r’ûmeta p’êwenda ûr’isî bilinddive, û Ermenîstanêda jî bi aminaya mezin berbir’î wê divin.

Em bidne k’ivþê, wekî k’omqedera p’êwenda ûr’isîye “Spûtnîk Vî”-ye pêþine miqabilî koronavîrûsê- bi 15 h’ezar dermançapa, 8-ê meha nîsanê cîgöhêzî Ermenîstanê bûye.

Ij wezareta Ermenîstanêye sag’lemîxweykirinê e’lamî “Întêrfak’s”-ê kirine, wekî p’êwenda “Spûtnik Vî” 1-ê meha sivatê îzindayîna xevtandina r’esmî stendîye. Ÿfîra “R’osîa 1”-da P’aþînyan isa jî paþda vegr’yaye ser r’asthatina t’ev sedrê T’Û-êye 7-ê meha nîsanê û ew k’ardar qîmetkirîye.

“R’ojeva meye ze’f dewlemend hebûye, t’emamîya pirsê eleqetê döalî, isa jî pirsê neh’îyê û pirsê derheqa bêqezîabûnê, malhebûnêda me e’ne’nekirîye. Gele pirsê h’alê QÇ’-va girêdayî hene. Erê, ez ze’f r’azîme”,- P’aþînyan gotîye.

Diha zû wexta r’asthatina t’ev wek’îlê asosîasîya qanûnnasê Moskvayêye ermenî P’aþînyan e’lamkiribû, wekî t’ev sedrê Ûr’isêtê eleqetê ze’f vekirî erêbûne, k’îjan, bi gilîyê wî, bûne ê diha k’ese, xazma nav mehê xilazîyê. Serk’arê h’ökömeta Ermenîstanê binxetkirîye, wekî “xeysetê eleqetê ermenî-ûr’isî ê de’wmeþandinêye” û þertê qezîya û h’alê e’firîye vê gavêda gere k’ûrbûna diha zêde e’lamî wan eleqetakin

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button