PoliticsTop

Adrbêcan dikare þêr’da alt’indar bê serwextbûnê, lê ew nagihîne serr’astkirina boranê: Dêpartamênta WAY-ye dîwanî

Dêpartamênta WAY-ye dîwanî diwek’ilîne, wekî Ûr’isêt diha zû dice’dîne miqatî  miqabilîhevbûna QÇ’-ve, ne kö ewê safîke. Fikra angor r’okê pêþda Corc K’ênt’ê dewsgirtîyê k’omekdarê k’atvê WAY-î dîwanî e’lamkirîye. Ewî wexta vêbînara hindava t’eþkîleta “Mîrat’a t’irkîye” civakîda derbazkirîye Waþîngt’onêda cîwarbûyî xeverdaye, TASS dinivîse.

“Ez ç’e’vnihêr’îme, wekî gilî-gaznê derge-dîwanê Adrbêcanê ij wê delîlê wê bilindve, wekî e’dlayîp’arêzê ûr’is qey tê bêjî QÇ’-da wê bimînin”,- K’ênt’ gotîye.

Pêr’a jî, bi wesifkirina h’al QÇ’-da, ewî, bi  qinyatî, Ûr’isêt nav dirêjkirina miqabilîhevbûnê gönek’arkirîye, û isa jî gilîyê dewsgirtîyê serk’arê wezareta Görcistanêye K’D anîye ort’ê.

“Dewsgirtîkî wezîrê Görcistanêyî K’D meha çirîa paþin got: “Eve ew h’ale, wekî sala  1998-ada em (Görcistan) têdane. Paþê Adrbêcanê wî h’alîda dîharve, k’îjanîda em  (Görcistan) sala 2008-adane. Û paþê ewê wî h’alîda dîharve, wekî niha em (Görcistan) dîharbûne”. Eva ya ÿp’êce ne xweþbînîêye, lê belkî qîmetê döristbînîêye, k’a Ûr’isêt miqabilîhevbûnê çawa seva k’ara xwe dide xevatê, bêy r’astîyê ce’dandina pirsgirêkê serr’astke û îznê bide, wekî welat (Ermenîstan û Adrbêcan) pêþda bilivin”,- K’ênt’ gotîye.

Pêr’a jî, K’êntî’ daye bawerkirinê, wekî Wîlayet’ê Yekbûyî r’awestandina e’melê e’skerîêye navbera Adrbêcanê û Ermenîstanêdaye dora QÇ’ silavdikin.

“Em t’emam xilazbûna e’melê e’skerîêye meha pare çirîa paþin silavdikin, çaxê V. Pûtînê sedrê Ûr’isêtê þertê agirr’awestinê pêþda k’iþandin”,- ewî gotîye.

Bi fikira dîwannasê Amêrîkayê, “ij goþê bêqezîabûnê, qezîya h’îmlî dimîne: Çawa isa nêzîkî miqabilîhevbûna QÇ’-vin, wekî îznê bidne herdö welata derheqa r’ewþa axirsongîda bigihîjne hevr’aqayîlîya axirsongî. Adrbêcan çawa þêr’da alt’indar dikare bê serwextbûnê. Lê ew nagihînje srr’astkirina boranê, xût isa, çawa wî çaxî, çaxê Ermenîstanê, îht’îmale,  þer’ê pêþinda alt’kiribû-  çaranîya sedsalîkê pêþda”,- K’ênt’ gotîye.

Bi giilîyê wî- h’etanî niha serr’astkirin govekê k’oma T’BHA Mînskêda û “pêvajoya h’emsedirada dimeþîya, wekî WAY, Fransîayê û Ûr’isêtê t’evayî serk’arî dikirin”.

“Ez difikirim, wekî ev mêxanîzm li hine qezîya diqelibe.  Gelo balk’êþîya dörist heye?, wekî em bidûmînin”,- wek’îlê Dêpartamênta dîwanî pirs bildindkirîye.

Bi fikira wî, k’oma Mînskê ewqasî ya “ferz wê bimîne”- çiqasî wekî herdö welat xwexa wê hazirvin mêxanîzma destanîna hevr’aqayîlîyê r’aykin”.

“Temê Ûr’isêtêda pirseke dinê vekirî dimîne. Ewê (Ûr’isêtê) qirarkir bi mêxanîzma h’emsedrê k’oma Mînskê  negihîje hevr’aqayîlîya derheqa þertê agirr’awestinêda. Ewê bi formata k’ese, sêalî ewlekir”,- ê dîwannas gotîye.

Ewî daye k’ivþê, wekî WAY hazire pirsa serr’astkirina miqabilîhevbûnêda alî Adrbêcanê û Ermenîstanê bike, h’erke Bek’û û R’ewan mot’acê wê yekêne.

“Ewqasî, çiqasî pirsa xevtandina heqê pêvajoya h’emsedrê k’oma Mînskê û serr’astkirina e’dilîda Ermenîstan û Adrbêcan aminin, Wîlayet’ê Yekbûyî dimîntn hazir û amin li herdö welata alî dîtina r’ê bikin”,- K’ênt’ gotîye.

Pêþtirî wê, ewî t’exmînkirîye, wekî “ew îht’îmale, vekirina mecalê dine k’ardar”, nav wê hejmarê- pêþer’oja eleqetê Ermenîstanê û T’irkîaêda, xölese eva “divek ne vê mehê û ne îsal”, lê her t’enê pêþer’oja dûrda, Kênt’ qebûlkirîye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button