PoliticsTop

E’dlayî her t’enê pey dasekinandina t’omerîbûna t’opraxa QÇ’-r’a dikare erêve: e’lametî

E’lametîya fonda “Þûþî”-ye xêratk’arîyê- maqûl Makron, Pûtîn û Baydênê sedrê welatê h’emsedrê k’oma T’BHA Mînskêva hinartî: Ordîyê Adrbêcanê û T’irkîayê, bi t’ambûna bi tirsk’arê ij R’ohlata Nêzîk berevnivîsî, 27-ê meha sala 2020-îye îlonê ber ç’e’vê dinîya þaristanî ÿrîþkirne ser Cimhöryeta Arsaxê. Nenihêr’î r’êberê welatê h’emsedir e’lametîyê xweye t’evayîye berînda xevtandina qewatê û qezîya qewatê înk’arkiribûn, Adrbêcanê û T’irkîaåyê bi xevtandina qewatê 2/3-ya t’opraxa Cimhöryeta Arsaxê, nav wê hejmarê- neh’îya Hadrût’ê- seranser, warê jîyînê ij neh’îyê Martûnîyê, Askêêranê, Þûþîyê û Martakêrtê, lê isa jî Þûþîya kelaþehere bingeha de’wmeþandinêye ferz okûpasîakirin, nenihêr’î ew ij pêþe’nîyê ÿp’êc dûrbû. Okûpanta isa jî nav sê r’oja binelîyê h’evt neh’îya t’esmîlî cîr’aqetandinê kirin. Bi h’ezara meriv mecbûrbûn t’erka h’emû tiþtî bidin û dûrk’evin. P’ir’anîya binelîyê wan t’opraxa p’enaberê ij Adrbêcanêne, ê kö Arsaxêda sit’ar dîtibûn.                   Ermenî bi destê zorê ij malê wan salê 1988-92-a Sûmgayît’ê, Ganzakêda (Kîrovabad), ij neh’îya  Xanlara Arsaxa Þimalê , Þahûmyana Cimhöryeta Arsaxê (nav wê hejmarê- binneh’îya Gêtaþênê), lê isa jî warê Arsaxa Þimalêye Daþk’êsanê, Þamxorê û Gêtabêkêye ermenîye jîyînê cîr’aqetandibûn. Göndê neh’îya Martakêrtêyî Marag’a-Margûþavanêda 10-ê meha sala 1992-aye nîsanê ordîya adrbêcanî e’melê k’omköjîyê mîaserkirîye- bi köþtina bi seda binelîyê e’dilî, ewqa ermenî jî dîl birine, k’îjan bi zêrandinê köþtine. Binelîyê Marag’a-Margûþavapnêye filitî ser sînorê  neh’îyê Martakêrtê û Ag’damê h’îmê warê jîyînêye t’eze danîbûn, lê idî cara döda sala 2020-î hatne cîr’aqetandinê. Îro jî sit’ara bi h’ezara cîr’aqetandîya t’ine û malava gönd-gönd diger’in. Sedrê bi qedir, Cimhöryeta Arsaxê hindava civaka  ort’emiletîyêda nehatîye naskirinê, k’îjan qet jî heq nîne. Ez dixwezim bidime pêh’esandinê, wekî nav 3000 salê derbazbûyî, çaxê h’alê sîasîyêye baþqe-baþqeva girêdayî- Ermenîstanê dewleta xwe indakirîye, Arsaxa wîlayet’a wêye 12-a, bi xwe sipartina li r’êsûrsê xweye höndör’, deh cara r’ewþa dewletekêye bi vî yan wî cûr’eyî dîharbûyî p’eydakirîye, pêr’a jî- t’opraxa navbera ç’emê K’ör’ê û Erezda bi xweykirina  xwexwetî, ziman, medenyet û t’omerîbûna t’opraxa xwe. Wekî ev gilîyê min ê diha qanekirinêvin,, r’ex vê e’lametîya weva hinartî ez k’itêva xweye- “Deh r’eh’ê pirsgirêka Qerebag’êye h’îmlî” wer’a diþînim, li k’ö bi çe’vkanîyê t’arîxîye dörist derheqa wê yekêda tê gilîkirinê.  Bi seda heykelê mîrat’a cime’ta ermenîaye medenyetîye bîranînê t’opraxê  ij Arsaxê zevtkirîda mane, nav hejmara k’îjanadanin  Dadîvank’ (sedsalîya 2-a), dêra Gtîçê (sedsalyîa 9-a), dêra r’esûl Êg’îþê (sedsalîya 4-a), Sîsêr’nakavank’ (sedsalîya 4-a), dêr, k’oþkê mîra, avayê t’arîxî û  arxîtêktûrîyê, k’îjan þe’detîya wê yekêne, wekî cime’ta ermenîya wan t’opraxada binecî bûye. Bêþik, ew isa jî mîrat’a t’emamîya dinîya þaristanî û xaçp’arêze  medenyetîne. Çawa cêribandin þe’detîyê dide, hindava Adrbêcanêda qezîya t’önekirinê li wan heye, k’îjan bi wî cûr’eyî dicêr’bîne îzê ermenîya wan t’opraxada t’öneke. Gelî sedrê maqûl, îro derheqa lazmaya erêkirina e’dlayê, eleqetê xêrxwezîêye navbera cime’tada ze’f tê xeverdanê. Lê e’dlayî her û her t’enê pey dasekinandina t’omerîbûna t’opraxa Qerebag’a Ç’îya, yanî- derxistina qewatê sîlih’bûyî û k’omê tirsk’arîêye ij t’opraxê hindava Adrbêcanêda okûpasîabûyîr’a dikare erêve, çaxê seva ermenîyê t’esmîlî cîr’aqetandî bûyî þertê normale paþdaveger’andina li warê wane jîynê wê bêne e’frandinê. Þertek jî: Qerebag’a Ç’îya t’ö wexta p’ara Cimhöryeta Adrbêcanê nînbûye û nikare bive. Pêþertek jî li derge-dîwanê Arsaxê paþdaveger’andina kelaþeherê Þûþîye. Sedrê welatê h’emsedrê k’oma T’BHA Mînskêye bi qedir, ez mecbûrbûyî xîtavî  fikirmîþbûna weye  sag’lem divim, çimkî T’irkîa û Adrbêcan, çawa  ij e’lametîyê Erdog’an û E’lîêvê serk’arê wan tê xanê, mecalê diger’in- careke din h’icûmî ser Ermenîstanê û Arsaxêkin, r’ê r’astkin berva pêþwet’en- Alt’ya Ç’îyayî û ce’nûba Sîbîrê- Qeyserîya t’irkî careke din bie’frînin. Ez difikirim, wekî ew ij  k’ara ne kö t’enê welatê we, Ermenîstanê û Arsaxê, lê isa jî t’emamîya dinîya þaristanî naher’ike.

Bakûr Karapêtyan

Nivîsk’ar, ger’bêj, þikilk’êþ,

Sedrê fonda “Þûþî”-ye xêratk’arîyê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button