PoliticsTop

Ûr’isêt t’imê hazire r’ex cime’ta ermenîya bisekine: dewsgirtîyê wezîrê T’Û-êyî K’D

Andrêy R’ûdênkoyê wezîrê T’Û-êyî K’D nav pirsqisa t’ev r’ojne’ma “Novoyê vrêmya”-yê daye k’ivþê, wekî nav sala hevk’arîya ûr’is-ermenî xeysetê r’astî t’ifaqdarîyê destanîye û bi întênsîvîya hevr’axeverdana sîasîêye bilind cödadive,- “1în.am” dinivîse.

“Saya cefê T’Û-êyî çapikî ort’eçîtîyê û bi t’evbûna V. Pûtînê sedre k’ese îht’îmalbû þer’ê 44 r’ojêyî navbera Ermenîstanê û Adrbêcanêda r’awestînin. Îro e’dlayîp’arêzê ûr’is neh’îyêda k’efîlê bêqezîabûnê û meh’kemîyêne. Ûr’isêtê weke 15 mîlîon dolarê WAY alîk’arîya hûmanîtar seva alîk’arîya li ziyanêk’etîyê þêr’da dane”,- R’ûdênko daye k’ivþê.

Ewî isa jî serda zêdekirîye, wekî Ûr’isêt t’imê hazire r’ex cime’ta ermenîya bisekine. “Ûr’isêt h’etanî niha h’esavdive Ermenîstanêda r’ik’invaneke ecnebîye heregir. Bi salixê alîyê ermenî- r’ik’inkirinê Ûr’isêtêye h’emt’omerî bi h’alê sêmehîya sala 2020-îye sisya 2,1 mlrd dolarê WAY derbaztirbûne. Ûr’isêt ij hevalk’arê Ermenîstanêye t’öcarîêye pêþdabire. Bi întênsîvî isa jî cotxeverdana sîasîyê pêþda diçe”,- dewsgirtîîyê wezîr gotîye.

Ewî isa jî hevk’arîya t’evayî dik’ê T’DS, YAAM, T’ÞBT’-da navkirîye p’ara hevk’arîya döalîye bêp’ar: “Em t’ev hevalk’arê xweye ermenî û din t’erefê pêkanîna sûkê t’omerî û warê k’ardarî seva binelîya dixevtin”.

Bi xeverdana derheqa hevk’arîya h’emtêk’sta þer’k’arîya miqabilî belabûna koronavîrûsêda- R’ûdênko daye k’ivþê, wekî salê 2020-2021-ê Ûr’isêtê 50 h’ezar t’êst-ösûl, germpîvê ne kontaktîyê, lê isa jî 2 h’ezar çapp’arê p’êwenda zêdetir dane Ermenîstanê.

“Isa jî derheqa r’adestkirina çend deh h’ezar çapp’arê p’êwenda “Spûtnîk Vî”-ya ûr’isîda pevk’etin hatne destanînê”,- dewsgirtîyê wezîr serda zêdekirîye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button