PoliticsTop

Armên Sargsyan: Seva Rewanê eleqetê t’ev Moskvayê ê meh’kmin- bêy h’esavhildana wê yekê, k’a k’î serk’arê CE-êye

Seva Rewanê eleqetê t’ev Moskvayê ê meh’kmin- bêy h’esavhildana wê yekê, k’a k’î serk’arê CE-êne, û çi fikirê wan hene. Derheqa vê yekêda Armên Sargsyanê sedrê  Ermenîstanê nav pirsqisê gotîye, k’îjan daye p’êla dûrdîtinoka RBK-ê.

Bi dayîna cava hîvîkirina þirovekirina wê fikrê, wekî van herdö salê xilazîyê eleqetê herdö dewleta h’evekî xiravbûne, sedir gotîye: “Eva diha zû qîmete, k’ivþî heye, ij Moskvayê yan Ûr’isêtê». Bi gilîyê wî, p’ir’anîya ermenîya, nav wê hejmarê- wek’îlê maciratêye xarîca dûrda, qayîlin, wekî Ûr’isêt hevalk’ara Ermenîstanêye h’îmlîye.

“Ez difikirim, wekî dö þert ze’f ferzin. Yek tê navkirinê ît’bar. Ê döda- têderxistin. Eleqetê me  gere ewqasî ê serwextbûnê û k’ûrvin, wekî em 100%-î aminaya xwe hevdö bînin. Û gere isave, wekî têderxistina t’am heve. Eleqetê hemanda têdernexistin dinîya vî cûr’eyîda ze’f bi qezîaye”,- Sargsyan gotîye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button