Politics

Ûr’isêt didûmîne bimîne t’ifaqdara Ermenîstanêye de’wmeþandinê: Wezîrê K’D

Wezîrê CE-î K’D da k’ivþê, wekî h’erke pirsa r’awestandina þêr’da cefê Ûr’isêtê nînbûya, lap h’alekî meyî din wê hebûya. Ûr’isêt didûmîne bimîne t’ifaqdara Ermeenîstanêye de’wmeþandinê. R’ûniþtina encomana CM-êye eleqetê derekeye miqîmîda derheqa  vê yekêda Ara Ayvazyanê wezîrê CE-î K’D e’lamkir.

“Em dilqê Ûr’isêtê r’ast qîmetdikin, çimkî, axirsongî, þer’ saya cefê Ûr’isêtê hate r’awestandinê. Divek ew hineka xweþ nayê, lê delîle- yanê na h’alê meyî lap wekî din wê hebûya”,- wezîr got.

Pêr’a jî, Ayvazyan isa jî da k’ivþê, wekî t’ev wan fikira qayîl nîne, wekî  Ermenîstan û  sîasîya wêye dereke îro Ûr’isêtêva girêdayîne.

Bi gilîyê wî- nav vî we’deyî ne kö t’enê Ûr’isêtê dicêr’iband þer’r’awestin ewlekira, lê isa jî Fransîayê û Wîlayet’ê Yekbûyî. Lê k’a çima levnehat, ew, bi gotna wezîr, mijara þirovekirina diha k’ûre.

Bi paþdaveger’andina ser eleqetê ûr’is-t’rkî- Ayvazyan da k’ivþê, wekî Ermenîstan göhdar dîna xwe dide wan pêvajoya, û bawerin, wekî Ûr’isêtê delîva lazimda borcdarîya xwe- çawa k’efîla bêqezîabûna CE, wê biqedîne.

Em bînne bîr- berbanga 27-ê meha sala 2020-îye îlonê Adrbêcanê bi alîk’arîyfa T’irkîayê bi t’emamîya dirêjaya sînorê Arsax-adrbêcanî destbi  h’icûmkirina h’ecimfire kir.

9-ê meha sala 2020-îye çirîa paþin V. Pûtînê sedrê T’Û, N. P’aþînyanê serekwezîrê CE û Î. E’lîêvê sedrê Adrbêcanê e’lametya t’evayî derheqa r’awestandina e’melê þêr’da qebûlkirîye.

Angorî e’lametîya sêalî- bi dirêjaya xeta hevsûbûna QÇ’ û sivdera Laçînê t’eþkîla e’skerê T’Û-êye e’dlayîp’arêz cîwarbûye- bi 1960 qölixçîyê e’skerîyê, sîlih’a agirkirinê, 90 maþînê zirîkirî, 380 liv têxnîka avtomobîlîyê û mexsûs.

T’eþkîla e’skerê T’Û-êye e’dlayîp’arêz bi we’dê 5 sala cîwarbûye, pey k’îjanêr’a ew p’ara we’de bi mêxanîkî 5 sala jî wê dirêjve, h’erke alîk 6 meha berî xitimbûna we’de derheqa temê r’awestanlina wî þertîda e’lamneke.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button