Society

Fondêda nav 28 sala 313 mîlîon dolar berevbûne, nav 2 meha-220 mîlîon dolar: Nîkol P’aþînyan

Ew berne’me, k’îjanê emê Arsaxêda mîaserkin, nav t’arîxê wê ya heremezinve. Derheqa vê yekêda wexta r’asthatina t’ev binelîyê ÿla olk’a Armavîrêye Aragasê N. P’aþînyanê serekwezîr e’lamkir.

“Serîbinî dö r’oja pêþda qirar hate derxistinê, wekî Arsaxêda t’ev fonda “ Ermenîstan”-e h’emermenî berne’ma malavakirinêye 110 mîlîard drama gere bê mîaserkirinê. Îht’îmalîya mezin heye, wekî berne’me, k’îjanê emê nav sê sala mîaserkin, himberî fonda nav sî salê berîne- t’ev t’emamîya berne’mê Arsaxêda mîaserkirî û dûrî aqila nîne, wekî diha mezine. Wê berne’mê, k’îjanê Arsaxêda emê mîaserkin, nav t’arîxê wê berne’ma heremezinve”,- P’aþînyan da k’ivþê.

Angorî r’eqemê P’aþînyane t’emsîlkirî- ij sala 1992-a h’etanî meha sala 2020-îye îlonê nav wê hejmarê, fonda “Ermenîstan”-e h’emermenîda weke 313 mîlîon dolar hatne berevkirinê: “Wexta þêr’ weke 220 mîlîon dolar hatne berevkirinê. Nav 28 sala 313 mîlîonê dolar, nav dö meha- 220 mîlîon dolar”.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button