PoliticsTop

Bijartinê bi qeydebijartina h’emp’ar mîaservin: Serekwezîr

P’ir’anîya þêwirxanê qirarkirîye her’e  li wergöhastinê QB-aye safî û bijartina bi qeydebijartina h’emp’ar mîaserkin- N. P’aþînyanê serekwezîrê CE e’lamkirîye- wexta pirsûcava CM-H’ökömet bi  paþdaveger’andina ser pirsê, k’a bijartinê sirêder bi k’îjan qanûnne’mê bêne derbazkirinê.

Serekwezîr da k’ivþê, wekî encama p’evk’etina t’evqewatê sîasîyêda tênivîsîne- we’dê têr’adîtîda t’erkdayîna serekwezîr wê bive, pey k’îjanêr’a CM dö cara serekwezîr wê nejbêre, û pey wê yekêr’a þêwirxaneyê bi qewata heq belave.

“Wexta xeverdanê xwe me tênivîsîye, wekî çawa FBH, isa jî FLH-ê derheqa vê pirsêda dihêlne ser k’êfa p’ir’anîya þêwirxanê. Yanî, pirsgirêka wan t’ine- r’ûmetnîþîve, yan na. Pey wê yekêr’a p’ir’anîya þêwirxanê bi derbazkirina e’ne’nekirina t’ev qewatê þêwirxanê der, wek’îlê civaka bajar’vanîyê û bi h’esavhildana borchildana berê, qirarkirîye, wekî em gereher’ne li göhastinê QB-aye sade û bijartinê bi qeydebijartina h’emp’ar bêne derbazkirinê- bêy cedvela bijartinaye r’ûmetnîþîyê”,- ewî got

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button