CultureTop

Merk’eza “Aznavûr”-da înstîtûta fransî wê bê e’frandinê

Înstîtûta Fransîye Ermenîstanêda cêrga t’ivdîrê sifareta Fransîaêye h’îmlîdaye, Conat’an Lak’ot’ê sefîreyê Fransîaêyî sirêder û wek’îlî CE-êda belgê xweyî fêysbûk’êda e’lamkirîye.

“Çiqasî jî ya e’cêvmayînêye, Ermenîstanêda t’eþkîldara Fransîaêye medenyetî t’ine. Fransîayêva girêdayî t’edbîrê medenyetîye p’ir’hejmar îro hindava sifaretê û îdarê Ermenîstanêye medenyetîda yan  sayahevk’arîyê t’eþkîldivin”,- nivîsara sefîreda hatîye gotinê.

Ewî anîye bîr, wekî bin sîya Ÿmanûêl Makron û Armên Sargsyanê sedirda meha sala 2018-aye çirîa pêþin R’ewanêda wexta serecivata Frankofonîayê navbera h’ökömeta Fransîayê, fonda “Aznavûr” û dîwana “Alyans Fransêzî”-êye Ermenîstanêda ferman qolbûye- merk’eza fransîye medenyetî û zimên bie’frînin, k’îjanê axir-oxir bive înstîtûta Fransî.

Merk’eza Aznavûrda, k’îjanê seranser hindava fonda “Aznavûr”-da bê dasîlih’kirinê, çawa înstîtût, isa jî, hilbet, mozexana Þar’l Aznaûr wê bêne darxistinê

“Merk’eza R’ewanêda- Kaskadêda, merk’eza “Aznavûr”-da înstîtûteke fransîye dinîaêye herebedew- bi bergeha ç’îyayê Girîdag’êye k’aw, wê cîwarve”,- Lak’ot’ê sefîre nivîsîye.

Ewî daye k’ivþê, wekî meremê merk’ezê heye wan giþta bicivîne, ê kö seva meh’kemkirina p’evgirêdanêmedenyetîye navbera Fransîayê û Ermenîstanêda dixevtin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button