PoliticsTop

E’lametîya wezareta Arsaxêye K’D serdana sedrê Adrbêcanêye li t’opraxê Arsaxêye okûpasîyabûyîva girêdayî

Wezareta Arsaxêye K’D serdana sedrê Adrbêcanêye li t’opraxê Arsaxêye okûpasîabûyîva girêdayî e’lametî belakirîye: “Bi dîharkirina berbir’îbûna lap bêqedir nisbetî cefê dayîmî we’dedirêj serr’astkirina miqhabilîhevbûna adrbêcanî-Qerebag’êva  hinartî- Î. E’lîêvê sedrê Adrbêcanê t’ev Mêhrîban E’lîêva  jinaxwe- dewsgirtîya sedrê Adrbêcanêye pêþin û bi hevr’êtîya kesê qölixbire derecebilinde din qesta neh’îya Cimhöryeta Arsaxêye Hadrût’êye okûpasîabûyî kirîye. Wexta hazirîya li t’opraxê okûpasîabûyî E’lîêvê sedir sipartin daye qölixçîyê hevr’êkirina xwe tênivîsarêermenîye sedsalîyê navîn ij heykel û dêrê t’opraxê zevtbûyîda r’esîdkin.

Serdanê hemane r’esmî bedenkirina sîasîya Adrbêcanêye ermenî nefretkirinê û þer’xwezîyê isa jî planê paþwextîêye agrêsîvin.

Cimhöryeta Arsaxê gele cara salix daye civaka  ort’emiletîyê, wekî hindava Adrbêcanêda ser dereca dîwanî tirsk’arîya medenyetî mîaserdive, t’opraxê bin okûpasîa wêye e’skerîyêda mîrat’a ermnîye medenyetî tê t’önekirinê, sîasîya qir’kirinêye h’ecimp’arastinê bêqirar tê pêþdabirinê.

Ew sîasîya qir’kirinê sûck’arîyêye miqabilî merivayê, normê ort’emiletîyê, t’ifaqne’ma û qirara û hevr’aqayîlne’ma û qezîya seva dinîya þaristanî.

Em li t’eþkîletê ort’emiletîyêye angor dikine bangî t’emamîya mecala qebûlke- t’önekirina mîrat’a ermenîye medenyetî betalke û sîasîya Adrbêcanêye qir’kirinê t’enqîdke. Bêe’melî û hêçxemî dikarin encamê têdernexistinê bînin”.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button