
Encomana Amêrîkaêye “Hay datê” t’ivdîra qanûnêye t’eze silavdike, k’îjanê serk’arê encomana Kongrêsêye bi pirsê ermenîya wê t’emsîlî sera Wek’îlakin û bi k’îjanê li Adrbêcanê bangîn tê kirinê carekêva 200 hêsîrê ermenîyee’skerîyê zêdetir û bajar’vanê hêsîrbirî aza berdin, k’îjan ij hevr’aqayîlbûna agirr’awestinêye 9-ê meha çirîa paþin morbûyî dîl têne xweykirinê
Qirara döfirqe, wekî Adam Þîf, Gas Bîlîrakîs, Cêk’î Sp’îêr, Dêvîd Valado û Frank P’êlown e’frandarî lê kirine, îzbatdike, wekî qewatê adrbêcanîye sîlih’bûyî xirav berbir’î ermenîyê hêsîr divin û wana t’esmîlî “nöxsankirin û zêrandinê fîzîkîyêda” dikin, nav wê hejmarê- serî lêdxin û bêy meh’keme t’esmîlî îdamkirinêdivin.
R’êberê encomana bi pirsê ermenî li hevalk’arê xwe kirine bangî wanva cemvin û begemîya xwe bidine t’ivdîra qanûnê, k’îjanê h’evtya din t’emsîlve.
Qirarêda cöda gotî tê gotinê: “Bi h’esavhildana, wekî nennihêr’î borcdarîyê Adrbcanêye bi konvênsîya Jnêvê têr’adîtî, hevr’aqayîlne’ma 9-ê meha çirîa paþin morbûyî, 100 r’oja zêdetir pey xilazbûna miqabilîhevbûgnêr’a h’ökömeta Adrbêcanê, didûmîne weke 200 hêsîrê ermenîya nav hêsîrtîyê xweyke.
Bi h’esavhildana, wekî t’eþkîleta “hyûman r’ays woç”-êye heqp’arêzîyê meha sala 2020-îye k’anûna pêþin safîbûye, wekî qewata Adrbêcanêye sîlih’bûyî hêsîrê ermenîye e’skerîyê “t’esmîlî zêrandinê fîzîkîyê û nöxsankirinê” kirine.
Bi h’esavhildana, wekî salixê bêh’ed hindik derheqa hêsîra û h’alê bajar’vanê girtî û derheqa berbir’îbûna nisbetî wanda hene.
Bi h’esavhildana, wekî Ermenîstanê p’evk’etinê xweye bi hevr’aqayîlne’ma 9-ê meha çirîa paþin hildayî û qanûna ort’emiletîyê qedandîye- bi paþdaveger’andina hêsîrê adrbêcanîye e’skerîyê,
Bi h’esavhildana, wekî WAY, t’ev Fransîayê û Ûr’isêtê welatê h’emsedrê k’omê Mînskêye,
Dêmek sera wek’tîla li Adrbêcanê dike bangî bêe’glekirin t’emamîya hêsîrê ermenîye e’skerîyê û kesê dîlbirî paþda veger’îne,
Li K’ativtîya dîwanî dike bangî ser t’emamîya dereca t’ev derge-dîwanê Adrbêcanê p’evgirêdanê erêkin, nav wê hejmarê- bi pêvajoya k’oma Mînskê- bona safîkirina ferztîya kirina borcdarîyê xwe bi hevr’aqayîlne’ma 9-ê meha çirîa paþin têr’adîtî”.