PoliticsTop

Berne’ma p’êwendkirina koronavîrûsê h’etanî serê salê gere 10-15%-ê binelîya dade: Wezîr

H’etanî îro e’ynîkirina 2000 cinyazê qölixçîyê e’skerîyê hatne kirinê û nimûnê cêr’ibandinêye kêmjimar hene, wekî hîvîya pisporkirinêne, dö, sê þikyat hebûne, k’îjan þexsî hatne silistîkirinê, hatne þirovekirinê û cîyê t’ö þaþî û bêît’barîyê nemaye. Derheqa vê yekêda pey r’ûniþtina h’ökömetêr’a wexta qisa t’ev r’ojne’mevana Anahît Avanêsyana wezîra sag’lemîxweykirinê got- bi xeverdana derheqa pirsêda, k’a cinyazê çend qölixçîyê e’skerîyê t’esmîlî xebîrkirina meh’keme-doxtirîyê bûne- bi h’esavhildana, wekî k’ome dê-bava e’lamkiribû, wekî ew îzger’î þaþ divin.

Bi xeverdana derheqa pirsêda, k’a H’ökömetê seva çend selefê binelîyê Ermenîstanê p’êwendê derda bîne? Avanêsyanê got, wekî me idî k’omê töriþkirinê têr’a dîtine, ê kö e’wil gere p’êwendvin: “Bi qîmetkirina me berne’ma p’êwendkirina kesê wan k’omada wergiritî gere 10-15%-ê hejmara binelîya dade, lê qîmetê p’êwendê û mecalê meva girêdayî em gere h’emû tiþtî bikin, wekî ev r’eqem berfireve, em têr’a divînin h’etanî serê salê mîaserkin”.

Ewê isa jî da k’ivþê, wekî pêþtirî p’êwenda “Spûtnîk Vî”-ê, isa jî p’êwenda “AstraZênês”-ê wê bê p’eydakirinê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button