
Ew bi lazmaya bilindkirina dereca bêqezîabûnêye goveka miqabilîhevbûna adrbêcanî-Qerebag’êva hinartîye. Çawa cava pirsê qölixdarîya “Arsaxprês”-êye salixdayînêye t’êmayêva tê girêdanê, Artak Nêrsîsyanê midîrê wezareta Cimhöryeta Arsaxêye k’arê dere salixdayînê û p’evgirêdanê t’ev civakê gotîye.
“Ösûla ewlekirina derdaçûyînê bi hevk’arîya t’ev qewatê T’Û-êye e’dlayîp’arêzîyê r’ikindive. Pêr’a jî, lazime bidne k’ivþê, wekî xeysetê bêfesalîyê derdaçûyînêva girêdayîyî we’delî wê heve, fermandarîya qewatê T’Û-êye e’dlayîp’arêzîyê dide bawerkirinê. Çi dimîne bona pirsa îzindayîna derdaçûyînê, dêmek qeydemeþ safîye û t’esmîlî t’ö göhastinekê nebûye. Seva îzindayîna çûyîna li t’opraxa Cimhöryeta Arsaxê ecnebî pêþda xîtavî wezareta Arsaxêye k’arê der divin û wek’îlxana Cimhöryeta Arsaxêye miqîmîye R’ewanda îzinne’ma distînin: qeydemeþeke din t’ine. Salixdayîna derheqa e’rzê îzindayîna derdaçûyînê isa jî t’ehwîlî qewatê T’Û-êye e’dlayîp’arêz dive. Qeydemeþa k’ivþbûyî hîvîkirina qayîlîyê yan t’ehwîlkirina salixaye li welatê sisya t’exmînnake”,- ê qölixçî gotîye.