PoliticsTop

T’irkîayê xerîta pêþer’ojê daye k’ivþê: Gömana Ûr’isêtê hebû bi ermenîya “xilazve”

RÎA novostîyê e’lamkirîye, wekî p’êlê dûrdîtinoka t’irkî xerîte-têderxistina merk’eza Stratfore e’yane derheqa berfirekirina t’esîra t’irkîda dane k’ivþê. Angorî wê, tê t’exmînkirinê, wekî sala 2050-î cêrge dewletê Afrîka Þimalê, R’ohlata Nêzîk, Piþqafqasîya, ce’nûba Ûr’isêtê- cimhöryetê þimala Qafqasîayê, Kûban, olk’a R’ostovê, lê isa jî Qirîmê bin t’esîra t’irkîda wê dîharvin.

Dêpûtatê dûma Ûr’isêtêye dîwanî paþda vegr’yane ser wê xerîtê. Andrêy Krasnovê dewsgirtîyê sedrê encomana dûma dîwanîye xwexweykirinê daye k’ivþê, wekî fikrê serk’arîya t’irkîye dasekinandina qeyserîya Omsmanîyê hene, pêr’a jî þika wî hebûye, wekî Enqereynê bixweze t’opraxê ûr’isa bi mêt’oda qewatê cemke. Sirîya xweda Pavêl Þpêrovê dêpûtatê dûma dîwanî kirîye bangî seva h’emû tiþtî hazirvin.

Gere bidne k’ivþê, wekî têderxistina Stratforê, döriste, bi h’esavhildana  derecê p’ir’hejmar, berê e’wil- xeysetê sîasîya Ûr’isêtê, h’alê wî welatîyî malhebûnîyê û dêmografîê. Saxî, Stratfor bi p’ara Ûr’isêtê têderxistina ÿp’êce “xweþbînîê” dike- t’esîra t’irkî bi hiþtina seva sala 2050-î, nenihêr’î delîva wa pêþdaçûyînêda ew qey tê bêjî pirsa salê nêzîke.

Ûr’isêtê bi h’emdê xwe T’irkîa kire Qafqasîayê, ij k’îjanê h’eta ce’nûba T’Û gaveke, û  ew gav idî tê kirinê. 200 sala Ûr’isêtê ew meþ bi qinyatkirnina t’irkaye bi ermenîya û t’opraxê ermenî “dida  hêdîkirinê,. Þer’ê sala 2020-î sirîya wêye bi sirêbû, lê idî- hima hinda p’er’ê Ûr’isêtê.

Meha sala 2020-îye îlonê mîaserkirina plana Lavrovva girêdayî dêpûtatê ûr’isa, qewatê sîasîyê, civakê ker’-lal dîna xwe didayê, k’a Ûr’isêtê û T’irkîayê bi e’sasê “nîvîkirina berember”, çawa Lavrov û Çavûþog’lû e’lamkirin, Ermenîstanê p’arevedkin. Ûr’isêtê ker’-lal dîna xwe dida wê yekê, lê þîretk’arîya dîwanî miqabilî Ermenîstanê sîasîya k’irêt dimeþand.

Dewsgirtîyê sedrê encomana dûma dîwanîye xwexweykirinê þikbere, wekî T’irkîaêy bicêr’bîne bi qewatê t’opraxê Ûr’isêtê cemke. Ew r’aste- lazmaya wê yekê t’ine- Ankarayê wê yekê “ bi mêt’odê e’dilî” bike, û idî destpêkirîye. Tirkîya Ûkraînayê sîlih’dike û cêr’ibandina þer’ê Qerebag’ê t’ehwîldike, nav wê hejmarê salixdayîna giranbihaye derheqa kölê ûr’isaye e’skerîyêsîasîyêda, be’ra Reþda t’ev WAY te’lîmkirinê e’skerîyê kirine. Qirîmêda zûtirekê merk’eza t’irk-ûkraînîye t’evayîye monîtorîngê wê heve.

Temê Krêmlêyî qetandina T’irkîaêye ij NATO-ê ew kirîye satîlêta sîasîya T’irkîayê û aletê ko, k’îjan bi lezetê wê yekê dide xevatê. Lo hila, Ûr’isêt h’alekîda dîharbûye, çaxê pirsa yazîya wêye paþwextîyê tê e’ne’nekirinê- seva îzinnedayîna p’îrep’îrebûna bi qeda-bela. Pêr’a jî, Çînstan ij r’ohlatê zûva ÿk’spansîya malhebûnîyê û dêmografîyê mîaserdike, lê hila hê ç’e’vê Tirkîayê li ce’nûbêye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button