
Encama þer’ê bi xûne xilazîêyî miqabilî QÇ’ gemberdayîda t’opraxada, k’îjan derbazî bin qolê Adrbêcanê bûne, pirsa xweykirina mîrat’a ermenîye r’öh’anî û t’arîxmedenetîye dewlemend bûye eþîya h’eyecanbûna civaka ermenî û ort’emiletîyê. Ûr’isêt û Fransîa welat h’emsedrê k’oma T’eþkîleta bêqezîabûn û hevk’arîya Avropaêye Mînskê, lê isa jî Yektîya Avropayê ferztîya p’arastina mîrat’a ermenî ye xaçp’arêzîêye t’opraxê derbazî bin qolê Adrbêcanêda bûyî mexsûs dane k’ivþê û wê pêvajoyêda alî wergirtina YÛNÊSKO-ê kirine.
Odrî Azûlêyê serwêrê YÛNÊSKO-êyî sereke hila 20-ê meha pare çirîa paþin derheqa lazmaya xweykirina heykelê QÇ’-aye bîranînê û qebûlnekirina cêr’ibandinê xwexwetîya wanda e’lamkiribû. E’lametîya xweda ewî isa jî pêþdanîn kiribû r’esûltîyê biþînne neh’îyê- bi meremê dayîna alîk’arîya têxnîkîyê. Pêþdanîna serwêrê sereke layîqî begemîya endam dewletê t’eþkîletê bûye.
H’eyecanbûna civaka ort’emiletîêye dîharkirî carekêva ya serwextbûnê û e’slîye- bi h’esavhildana berbir’îbûna hindava derge-dîwanê Adrbêcanêda sal û zemana dîharkirî nisbetî mîrat’a ermnîye medenyetîye bin qolê xweda. Dinê-a’lemêva e’yane, k’a çawa derge-dîwanê Adrbêcanê salê 1997-2006-a t’opraxa ermenîye t’arîxî mîrat’a Naxîcêvanêye ermenîye dewlemend- 89 dêrê sedsalîyê navîn, 5840 xaçê kevirî, 22.000 kevrê mezela t’önekirine. H’eyf, gere têbinivîsin, wekî civaka ort’emiletîyêp wî çaxî seva betalkirina wê beyantîyê gavê angor nekir.