Society

K’ilama Sêrj T’ankyane “Rêkognîzê Arsax” bi zimanê ûr’isî t’ercmekirine û h’emt’or’êda belakirine

Seva p’erê nevtê r’êberê h’emdinîayê û mecalê salixdayîna t’omerî, çe’vê xwe ser wê yekê dadaye, k’a Arsaxêda çawa kal-pîr û zar’, mal û dêr bombebarandikirin. Arsax dimîne ada þer’k’arîya miqabilî pant’yûrk’îzmê, vîdêobanda r’ok’-sazbendê e’yanda tê gotinê.

Ermenî t’ek t’enê miqabilî pant’yûrk’îzmê þer’k’arîyê dikin û  “gönê” wanî t’ek t’enê ewe, wekî ew t’irk nînin. Serê sedsalîya 20-î, bi ce’dandina fikira qeyserîya t’irkîye mezin mîaserkin, T’irkaîyê qir’a yûnana, mexîna û ermenîya, lê isa jî ÿzdîya mîaserkir. Niha jî ewê alî adrbêþanê kir mala, nexweþxana û dêra bombebarankin. Derheqa wê yekêda Sêrj T’ankyanê t’ekdengbêjê k’oma “Sîst’êm of i down”-ê bi k’ilama xweye ”Rêkognîzê Arsax” dike dengî.

“Bi p’erê nevtê bi r’öþetkirina r’êberê we û mecalê weye salixdayînê, bi destanîna sîlih’darîya diha baþ- Adrbêcanê derb gîhandine þeher, mal, zar’ê me. T’irkê dîktator bi tirskara û  ç’ek û sîlih’ê t’emamîya dinîayê alî hevalk’arê xweyî adrbêcanî kirîye- seva mîaserkirina parzûnkirina ermenîyê binelîye ÿt’nîk”,- vîdêobanda T’ankyanda tê gotinê.

Ew divêje, wekî Adrbêcanê kêmjimarê welatê xweye miletîyê- lezgî û t’elîþ, diþandine þêr’, wekî p’êsîra xwe ij cime’tê h’iznekirî xilazke û xûna t’irka diha kêm bir’ije.

“Em boy zar’ê xwe, Arsaxê û  axirîya t’emamîya dinîayê, miqabilî qir’ê û tirsk’arîyê þer’k’arîyê dikin. Em vê be’ra xiringêlêda adeke ç’ûkin. Pey mer’a ewê bêne berva we jî. A lema beyraqa xwe r’ex beyraqa Ermenîstanê hilbir’in, nîþanî giþtadin, wekî hûn miqabilî neheqîyêne”,- vîdêomadeyêda  tê gotinê.

Em bînne bîr, wekî meha sala 2020-îye çirîya pêþin k’oma “Sîst’êm of i down”-ê derheqa Arsaxêda dö k’ilamê t’eze dane dengnivîsarê- bi þandina k’ara k’etî li alîk’arîya wê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button