PoliticsTop

Dewsgirtîyê serekwezîrê Ermenîstanê, Ûr’isêtê û Adrbêcanê p’evk’etine bink’omê xebîra bie’frînin

Moskvayêda r’asthatina dewsgirtîyê serekwezîrê Ermenîstanê, Ûr’isêtiê û Adrbêcanê- bi cûr’eçapa k’oma xevatêye sêalî, xilazbûye. Bi e’lamkirina “Armênprês”-êderheqa vê yekêda malp’er’a h’ökömeta T’Û-êye r’esmî salixdike.

Wexta r’asthatinê warê xevata t’evayîye h’îmlî hatne t’emaþekirinê, k’îjan ij mîaserkirina niqitkê 2-a, 3-a, 4-a, ê e’lametîya  11-ê meha  sala 2021-êye k’anûna paþin, lê isa jî e’lametîya serekwezîrê CE, sedrê T’ifaqdarîya Ûr’isêtê û sedrê Adrbêcanêye 9-ê meha  sala 2020-îye çirîa paþin diher’ikin Alî p’evk’etine van bink’omê xebîrîyê bie’frînin:

-Seva cîgöhastinê xeta h’esinî, avtomobîlîyê û yekbûyî,

-Pirsê ewlekirina cîgöhastina, nav wê hejdmarê- seva bêqezîabûnê, sînor, xerca, sanîtarîyê, h’eywanqenckirinê, hêþnayîsanîtarîyê û binqolkirinêye din.

​Alî p’evk’etine t’eþkîlkirina bink’omê xebîrîyê h’etanî 2-ê meha sala 2021-êye sivatê xilazkin, lê r’asthatina wane pêþin h’etanî 5-ê meha sala 2021-êye sivatê derbazkin.

Hatîye qirarkirinê isa jî r’asthatina k’oma xevatêye sêalîye bi sirê Moskvayêda derbazkin. R’ojê hindava h’emsedrada- bi qeydê xevatê, bê hevr’aqayîlkirinê. Mhêr Grîgoryanê dewsgirtîyê serekwezîrê CE, Alêk’sêyOvêrçûkê dewsgirtîyê  serekwezîrê T’ifaqdarîya Ûr’isêitê û Þahîn Mûstafaêvê dewsgirtîyê serekwezîrê Adrbêþanê t’evbûne.

Bi meremê neh’îêda bêh’esarkirina t’emamîya p’evgirêdanê malhebûnîyê û transportîyê- bi sedirtîya dewsgirtîyê serekwezîrê Ermenîstanê, Ûr’isêtê û Adrbêcanê- hevr’aqayîlîya e’frandina k’oma xevatêye sêalî 11-ê meha k’anûna paþin- bi encamê r’asthatina serk’arê hersê welataye sêalîye Moskvayêda hatîye destanînê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button