SocietyTop

E’melçîyê ermenî serk’arî e’melkirina p’êwendkirina herdö desta û girka mile dinîayaêda pêþin kirîye

Lîonêda e’melkirina p’êwendkirina herdö desta û girka mile dinîaêda  e’wil hatîye derbazkirinê. Pasîêntê îslandlî herdö dest 23 sala pêþda- dest bela wexta xevatêye  bedbext, indakiribû. Aram G’azaryanê e’melçîyê ermenî serk’arî e’mel kirîye.

Çawa “Di gardîan” gilîdike, Fêlîk’s Grêtarsonê 48 salî sala 1998-a çawa ÿlêktrîk xevitîye, û wexta xevavtê ewî þewata cidî stendîye, dest k’îjanê herdö dest indakirîye,þikênandinê p’ir’hejmar û þewatê höndör’ stendine. Ew sê meha komayêda bûye, t’esmîlî çend e’mela bûye, nav wê hejmarê- p’êwendkirina cegerê.

Ij wê demê virdatir ewî xwezilîya xwe derheqa p’êwendkirina destada dianî, lê çend sal lazimbûne seva dîtina destê donorîyê.

50 xevatçîyê doxtirîyê zêdetir t’ev e’melkirinê bûne. E’melê bi serk’arîya Aram G’azaryan baþ derbazbûye. Wexta e’melkirinê ne kö t’enê dest hatne p’êwendkirinê, lê isa jî girka mile ç’epê t’am hatîye dasekinandinê.

Niha pasîênt pey e’melkirinêr’a tê dasekinandinê. Hila hê çetine bêjin, k’a çiqa lipatê bê dasekinandinê, lê e’yane, wekî nav 9 r’ojê derbazbûyî bal pasîênt t’ö  çetinayîk t’inebûye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button