PoliticsTop

Mremê Adrbêcanêye ij neh’îyê lap berî ermenîyade: Larîsa Alavêrdyan

Meremê Adrbêcanêye t’emamîya dinîaêda sîasîya ermenînefretkirinê bidûmîne û miqabilîm ermenîya e’melê k’omköjîyê mîaserke.

Çawa “Armênprês” e’lamdike, wexta e’ne’nekirina bi t’êma “31-salîya k’omköjîya ermenîya Bek’ûyêda û þer’ê Arsaxêyî 3-a: p’evgirêdana me’nîencamê” derheqa vê yekêda Larîsa Alavêrdyana  ombûdsmêna Ermenîstanêye berê, sedra t’eþkîleta “Miqabilî nazîyê hiqûqîyê”-ye civakî got.

“Adrbêcan hindava T’irkîaêda bi meremê mîaserkirina k’omköjîyê miqabilî ermenîya û xilazkirina berne’mê wî çaxî hatîye e’frandinê. R’astîyê pirsgirêk ze’f hûrgilî hatîye danînê, ne kö t’enê qonax hatne hazirkirinê, lê isa jî mêt’od, cûr’e hatne r’êkpêkkirinê, bi k’îjana k’omköjî gere bê veþartinê”,- Alavêrdyanê got.

Bi gilîyê ombûdsmêna Ermenîstanêye berê- ya Bek’ûyêda bûyî k’omköjîye, û wê pêkbûnê gere netirsin.

“K’omköjî xût e’mel nîne, sîasîye, û ew ya we’dedirêje. Sala 1918-a þöxölvanîya Adrbêcanêye ser xerîta sîasîyê çawa dewlet dîharbûyî, mewcûdîya wê her û her t’enê wê yekêva girêdayîye, wekî ew ij t’emamîya neh’îyê gere berî ermenîyade, sîasîya ermenînefretkirinê t’emamîya dinîaêda bidûmîne û bi cûr’ê herebaþqebaþqe e’melê k’ömköjî mîaserke”,- Alavêrdyanê xitimkir.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button