PoliticsTop

K’oma xevatêe sêalî Qereibag’êda bi pirsê dasekinandina e’mrê e’slî wê mijûlve

Bi gilîyê sedrê Ûr’isêtê- neh’îêda pirsgirêka p’evgirêdanê malhebûnîyê, t’öcarîyê û transportîyêye bêh’esarkirinê, vekirina sînor layîqî göhdarîya mexsûse.

Bi serk’arîya dewsgirtîyê serekwezîrê Ûr’isêtê, Ermenîstanê û Adrbêcanê k’oma xevatêye sêalî wê pêkbê, k’îjanê Qerebag’êda bi pirsê dasekinandina e’mrê e’slî, lê isa jî bêh’esarkirina p’evgirêdanê isa jî malhebûnîyê, t’öcarîyê û transportîyê wê mijûlve. Wexta r’asthatina Krêmlêda destpêbûyî, t’ev k’îjanê divin V. Pûtînê sedrê T’Û, N. P’aþînyanê serekwezîrê CE û Î. E’lîêvê sedrê Adrbêcanê, derxeqa wê yekêdla sedrê T’Û got.

“Ez difikirnim- îro wê ferzbûya e’wil gavêpaþwextîyê bidine k’ivþê- t’erefê serr’astkirinêye serekeva hinartî, k’îjan e’lametîya 9-ê meha sala 2020-îye çirîa paþine t’evayîda k’ivþbûyîne. Fikira min dereqa þöxölvanîya t’eþkîla e’skerê e’dlayîp’arêzîyê, safîkirina sînor, pirsgirêkê hûmanîtar, pirsê xweykirina mîrat’a medenyetîva girêdayîne”,- Pûtîn got.

Pûtîn göman e’lamkir, wekî hevr’axeverdanê îro h’alê e’melîda wê derbazivn û wê qölixî neh’îêda ewlekirina e’dlaya meh’kem, bêqezîabûnê û pêþdabirina sosîal-malhebûnîêye berdewambûnê bikin. Wê pirsêda t’emam mot’acin.

Em bînne bîr- Moskva p’ayt’extê Ûr’isêtêda bi pêþdestîya V. Pûtîn r’asthatina t’ev Adrbêcanê û Ermenîstanêye sêalî derbazbû.

Siva 27-ê meha 2020-îye çirîa paþine zû Adrbêcanê bi alîk’arîya T’irkîayê ÿrîþa e’skerîêye h’ecimfire bi t’emamîya dirêjaya sînorê arsax-adrbêcanî destpêkiribû. 9-ê meha çirîa paþinê angorî e’lametîya navbera N. P’aþînyanê serekwezîrê CE, V. Pûtînê sedrê T’Û û Î. E’lîêvê sedrê Adrbêcanêda qolbûyî- e’melê e’skerîyê hatne r’awestandinê.

Bi dirêjaya xeta QÇ’-aye hevsûbûnê û sivdera Laçînê t’eþkîla e’skerê T’Û-êye e’dlayîp’arêzîyê- bi 1960 qölixçîyê e’skerîyê, bi sîlih’a agirkirinê, bi 90 maþînê zirîkirî, 380 têxnîka avtomobîlîyê û mexsûs cîwarbûye.

Miþlaq cîarkirina k’oma e’skerê T’Û-êye e’dlayîp’arêzîyê qewatê ermenîye sîlih’bûyî têne derxistinê. T’eþkîla e’skerê T’Û-êye e’dlayîp’arêzîyê bi moleta 5 sala cîwardive- bi avtomat bi pênc sala dirêjbûnê, h’erke alîk 6 meha berî xilazbûna we’de derheqa temê r’awestandina xevtandina wî þertîda pêþda e’lamneke.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button