PoliticsTop

R’ewan û Bek’û pêvajoya p’evgöhastina hêsîra didûmînin: wek’îla wezareta T’Û K’D​

E’dlayîp’arêzê ûr’isa virhada jî wê k’omekê bidine bêmêlbûn mîaserkirina hevr’aqayîlne’ma sêalî.

Derheqa vê yekêda  Marîa Zaxarova wek’îla W T’Û K’D-e r’esmî nav qisa herh’evtê e’lamkirîye.

“R’ûstam Mûradovê fermandarê qewatê ûr’isaye e’dlayîp’arêze Qerebag’êda, gênêral-lêytênant derheqa p’evgöhastina hêsîraye bi e’sasê “t’emam ber t’emama”-ye navbera R’ewanê û Bek’ûyêda hûrgilî gilîkirîye”,- Zaxarovayê gotîye.

Ewê daye k’ivþê, wekî angorî e’lametîya serk’arê Ermenîstanê û Adrbêcanêye 9-ê mha çirîa paþin, p’evgöhastina hêsîra mîaserbûye, berî wê yekê xevata t’ivdarekdîtinêye mezine t’ev alîyê adrbêcanî û ermenîye giran bûye. Bi fir’inda qewatê ûr’isaye hewakosmîkîyê 12 meriv cîgöhêzî Bek’ûyê bûne û t’esmîlî wek’îlê meqametê adrbêcanîye angor bûne. Alîyê adrbêcanî 44 meriv paþda veger’andine li alîyê ermenî. E’dlayîp’arêzê ûr’is paþwextîyê jî wê komekê bidine qedandina hevr’aqayîlne’mêye bêmêlbûn.

“Hindava xweda zêdekim, wekî pêvajoya p’evgöhastina hêsîra didûme”,- Zaxarovayê  xitimkirîye.

Diha zû Nazêlî Bag’dasarayna dêpûtata t’ifaqa “Gava min”-e h’ökömkirinê e’lamkiribû, wekî k’oma hêsîrê ermenîaye bi sirê hindava Adrbêcanêdla wê t’ehwîlî Ermenîstanêve û van r’ojê nêzîk wê li R’ewanê biqeside.

Em bînne bîr, wekî fir’inda e’wil, k’îjanê 44 hêsîrê ermenî cîgöhastin, fir’egeha “Ÿrêbûnî”-da þeva 14-ê meha k’anûna pêþin danîye. Idî 15-ê meha k’anûna pêþinAdrbêcanê yekî bajar’vanîê jî t’ehwîlî Ermenîstanê kirîye. Ew bajar’van paþda veger’yane, delîla hêsîrbirina k’îjana hindava KXSO û Bek’ûyêda erêbibû. Bi salixê e’wil- ij wana 30 qölixçîyê e’skerîyê, 15- kesê bajar’vanîêne.

N. P’aþînyanê seekêwezîrê CE diha zû e’lamkiribû, wekî R’ewan û Bek’û dikarin p’evgöhastigna hêsîra bi e’sasê “t’emam ber t’emama” hevr’a qayîlkin.

Artak Bêglaryanê piþtovanê Arsaxêyî Heqê mêriv- alîyê adrbêcanî 60 hêsîrê e’skerîyê û 4 kesê bajar’vvnîyêcem xwe xweydike.

Govkê pêvajoya p’evgöhastina hêsîra û dîlada 12 meriv t’esmîlî Bek’ûyê bûne. E’yane, wekî Þahbaz Gûlîêv û Dîlham Esekerov paþda veger’yane Adrbêcanê, ê kö seva dîvêrsîayê, köþtina zar’ê û zapitê ermenî Arsaxêda meh’kembibûn.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button