SocietyTop

Ij e’rdh’eja Spîtakêye wêrankirinê 32 sal derbazbûne

32 sala pêþda welatê meda e’rdh’eja Spîtakêye wêrankirinê bû. Vê r’oja sala 1988-a bi we’dê cî 11.48 deqe lerza bi zoraya 10 bale neh’îya Ermenîstanêye þimal-r’oavayêda bûyî e’mrê 25 h’ezar meriva zêdtir pekand, 19 h’ezar meriv seqet-sûqet bûn, 530 h’ezar meriv bêsit’ar man.

H’îmva yan bi t’aybetî þeher û göndê p’ir’hejmar wêranbûn. K’arxane û þênîyê bi me’na senayêye p’ir’hejmar  h’edimîn. Ziyana malhebûna Ermenîstanê 13 mîlîard manata derbaztirbû.

Van r’ojê çetin 113 welatê dinîayê zêdtir û 7 t’eþkîletê ort’emiletîyê destê xwe dirêjî welatê me kirin. Bi seda xilazk’ar û doxtir li Ermenîstanê qesidîn. T’emamîya cimhöryetê T’ifaqa Sovêtîyê ij seh’etê e’rdh’ejêye pêþin destpêkirin dû-dermana, aletê doxtirîyê, têxnîka avakirinê, çadira û xörek cîgöhêzî Ermenîstanêkin.  Dewetê baþqe-baþqe saln paþwextîyê jî alîk’arî seva Ermenîstanê dûmandin.

Îtalîya t’emamîya meh’eleke jîyînê Spîtkaêda avakirin,  norvêgîya- nexwegþxana h’emzemnî. Avstrîya meh’el avakirîye. Gömirîyêda mek’t’eva înglîsaye çêkrî t’esmîlî xevtandinê bû, wekî Margarêt T’êtçêra serekêwezîra Brîtanîa Mezin t’ev vekirina k’tjanê bû.

32-salîya e’rdh’eja belayêva girêdayî serk’arîya welête herebilind qesta Spîtakê û Gömirîyê kir- qedrê bîranîna þeh’îdbûya girt.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button