PoliticsTop

Vîdêomadeyê bêqedirkirina cinyaza, e’yblûkirina hêsîra ê r’astin: PHM cava Adrbêcanê daye

Bi gilîyê T’at’oyan- cavdarê wan zêrandina û berbir’îbûna nemervayêye k’ese derge-dwanê Adrbêcanêne.
Arman T’ato’yanê piþtovanê Ermenîstanêyî HM cava gönek’arkirinê alîyê adrbêcanî daye. Ewî e’lamkirîye, wekî p’ir’anîya vîdêomadeyê derheqa bêqedirkirina cinyazê qölixçîyê alîyê ermenîye e’skerîyê û berbir’îbûna nemervayêda r’astîye. Ew bi cûr’ê îzbatîyê alîyê Ermenîstanê û Arsaxê meh’kemnivîsîne, t’emsîlkirine û didûmînin t’emsîlî meqametê ort’emletîyêkn- angorî r’ayê.
Em bidine k’ivþê, wekî prokûratûra Adrbêcanêye sereke e’lamkirîye, wekî p’ir’anîya vîdêomadeya, k’îjan qewatê adrbêcanîye sîlih’bûyîva têne girêdanê, ê derheqa bêqedirkirina cinyazê qölixçîyê alîyê ermenîye sîlih’bûyî û berbir’îbûna nemervayê û zêrandinê nisbetî kesê hêsîrbirî qelpin. Û daye k’ivþê, wekî meþê sûck’arîyê destpêkirine kesê gönek’ar wê t’esmîlî cavdarîyêvin.
Piþtovanê Ermenîstanêyî HM isa jî e’lamdike, wekî ew zalimtî, zêrandin û berbir’îbûna nemervayê sûck’arîyê þêr’in.
“Ew ne kö e’skerê Adrbêcanêye baþqe hildayî kirine- bêy hevdö ew t’emam p’ara Arsaxêda parzûnkirinê ÿt’nîke bi mêt’odê tirsk’arîyê û sîasîya k’ömköjîya adrbêcanîye t’eþkîlkirîye, encama ermenînefretkirina bi sala Adrbêcanêda civyayî û bi alîk’arîya dîwanî ösûlbûîye”,- e’laetîya T’at’oyanda hatîye gotinê.
Piþtovanê CE-î HM binxetkirîye, wekî zalimtî bi wî meremî hatne belakirinê, wekî zêrandina r’öh’î bigihînne civaka ermenî, bi meremê pêþdaanîna e’ynatê û bi wê yekê civaka arizîda layîqî pesindayîna û “mêrxasîya” xîyalîvin.
Bi gilîyê T’at’oyan- bi wê yekê nîne, wekî cavdarîyê bavjne ser e’skerê baþqe, cavdarê wan zêrandina û berbr’îbûna nemervayêye k’ese derge-dîwanê Adrbêcanêne. Em bidine k’ivþê, wekî bi salixê xilazîyê- Adrbêcanêda 20 ermenîyê hêsîrk’etî zêdtir hene.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Ьса жи сахтикьн
Close
Back to top button