PoliticsTop

Erdog’an dixweze bi ÿrîþbirê sûrîayî neh’îyê Arsaxê binecîke: Sêmyon Pêgov

H’ökömeta T’irkîayê alîk’arîya fînansîyê û madeyî li vebinecîbûyê potênsîal dike. Sêmyon Pêgovê r’ojne’mevanê e’skerîyê difikire, wekî e’rdê Arsaxê seva cêrge binelîyê Sûrîayê dikare h’esavve cinet.

H’ökömeta T’irkîayê dixweze bi sîlih’darê Sûrîayî neh’îyê Arsaxêye bin qolê Adrbêcanêda bide binecîkirinê, Sêmyon Pêgþovê r’ojne’mevanê e’skerîyê wexta vîdêop’evgirêdana Moskva-R’ewane merk’eza Spûtnîk Armênîaye mûltîmêdîone çapgerîyêda qewimî got.

Bi gilîyê Pêgov- ij sûrîayê idî e’þiratî hene, wekî malê t’ûrk’omana dixwezin cîgöhêzî wan neh’îyavin, lê seva ij wan hineka e’rdê Arsaxê pey þer’ê Sûrîaêyî 9 salar’a dikare bive cinet.

“T’irkê Sûrîayê idî bi bangîna heman xîtavî divin, pêþdanîna k’omekê li meriva dikin, h’erke ew bixwezin cîgöhêzî Araxêvin. E’ynî ÿrîþbir kakilê qewatê wê ewlekin, ê kö ij Arsaxê cîyada neçûne”,- ê r’ojne’mevan got.

Bi gilîyê wî- qewatê Ûr’isêtêye E’K van r’ojê xilazîyê Îdlîbêda derbê çapik digihînne bingehê ÿrîþbiraye mêlt’irk. R’êcêp’ Erdog’anê sedrê T’irkîayê serwextdive, wekî Ûr’isêt û Sûrîayê h’etanî xilazîyê bidûmînin Îdlîbê bih’incir’înin.

Lê ne axir wira meriv dijîn, ê kö xwezilîya xwe derheqa daxöliqandina qeyserîya osmanîêda tînin, mesele- çapikê k’oma “Görê gewre” r’ik’inî. Ankara dice’dîne seva gihîþtina li meremê xweye arizî wana wergire

“Gendî T’irkîaêda lazmaya r’ik’inkirina heman t’ine, lê lazmaya wan Piþqafqasîaêda dikare bê t’exmînkirinê”,- ê r’ojne’mevan diyfikire.

Em bînne bîr- hima ij r’ojê þer’ê pêþine miqabilî Arsaxê gemberdayî e’yanibû, wekî T’irkîaê ij þimala Sûrîayê k’irêkirî þandine li Adrbêcanê- bi meremê xevtandina miqabilî Arsaxê û Ermenîstanê. Sêrgêy Narîþkînînê midîrê xizmetk’arîya T’Û-êye derekeye ce’sûysîê jî salix erêkirin.

RÎA Novostîyê jî salixkir, wekî 16-ê meha çirîa paþin 1000 ÿrîþbira zêdtir cîgöhêzî govka miqabilîhevbûna Qerebag’ê bûne.

E’yane, wekî seva t’evbûna li e’melê e’skerîyê 1,5-2 h’ezar dolar soz dane tirsk’arê sûryayî. Ev salix derge-dîwanê çawa Ermenîstanê û Qerebag’ê, mecalê ort’emiletîêye salixdayîna t’omrî û t’eþkîletê ecnebîyeheqp’arêzîyê, lê isa jî wek’îlê derge-dîwanê Sûrîayê, Fransîayê, Ûr’isêtê, WAY û welatê din erêkirine.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button