PoliticsTop

Em bi berne’ma mezin hatine û me göman heye ewê mîaserkin”: Þoygû û P’aþînyan çi e’ne’nekirîye

Serekwezîrê CE wezîrê T’Û-yî K’D û þanda bi serk’arîya wî qebûlkirîye.

S. Þoygûyê wezîrê T’Û-î K’D e’lamkirîye- bi berne’ma mezin hatne Ermenîstanê û wan göman heye ewê mîaserkin. Þoygû wexta r’asthatina t’ev N. P’aþînyanê serekwezîrê CE fikira heman e’lamkirîye. Xizmetk’arîya serekwezîre çapgerîyê e’lamdike, wekî P’aþînyan îro Þoygû û þanda bi serk’arîya wî qebûlkirîye. Þoygû daye k’ivþê, wekî bi pirsgirêkê lap konkrêt, berç’e’v hatne Ermenîstanê.

“Paþwextîyê ç’e’vnihêr’î xevata mezinin- îcar, min göman heye, bi t’erefê erêkirina e’mrê e’dilî Qerebag’êda. Hindava meda pirsgirêka sereke îzinnedayîna xûnr’êtinêye- pirsgirêk, k’îjan fermandarê meyî herîbilid danîye ber me, û, bêþik, temê me heye, ewê bivne sêrî. Pêþtirî wê, temê me heye esm pirsê derheqa e’mir û xevata e’dlayîp’arêzê meye paþwextîyêda e’ne’nekin, k’a seva wê çi lazime”,- Þoygû gotîye.

Ewî isa jî serda zêdekirîye, wekî isa jî t’emamîya wan pirsa wê e’ne’nekin, k’îjan derheqa hevk’arîya herdö welatadanin- bi t’erefê çawa e’skerîyê, isa jî- e’skerîyê têxnîkîêda.

Ewî e’lamkirîye, wekî pey e’lametîya qolbûyîr’a bi cûr’ê herîlez t’emamîya t’eþkîla e’skerê e’dlayîp’arêz hatîye vexwendinê, cîwarkirina k’îjanê dö r’oja pêþda xilazbibû. Þoygû anîye bîr, wekî nav van r’oja bi e’melî t’emamîya t’opraxa Qerebag’êda cîwarbûne- bi 23 qerewilxana, r’iya diçe Stêp’anakêrtê, sivdera Laçînê  têne binqolkirinê û cîlipatê, paþdaçûyîna mihacirê ij wira dûrk’etî ewledikin.

P’aþînyan jî sirîya xweda daye k’ivþê, wekî berî þêr’ zemanê çetinbû, lê niha we’dê diha çetine. Serekwezîrê CE, bi xîtavbûna li Þoygû, gotîye, wekî serdana wî ze’f ferze.

“Ez dixwezim bidime k’ivþê, wekî wexta þêr’ me t’imê alîk’arîya Ûr’isêtê, sedir, serekwezîrê T’Û, alîk’arîya teye þexsî t’exmînkirîye. Seva wê ez dixwezim r’azîbûnê e’lamî wekim. Me gömagn heye, wekî nav vî we’deyî emê bikarvin hevk’arîa me t’ev Ûr’isêtê k’ûrkin, nav wê hejmarê- warê bêqezîabûnêda, û ne kö t’enê hevk’arîya meye bêqezîabûnê, lê isa jî e’skerîyêtêxnîkîyê”,- P’aþînyan gotîye.

Bi gilîyê wî- niha neh’îêda ha’lê e’skerîyêsîasîêyîdine, ew hatîye göhastinê, û t’emamîya paramêtrê wî h’alî gere lêk’olînkin. P’aþînyan bawere- pêþer’ojêda p’evgirêdanê Ermenîstanê û Ûr’isêtê wê bidûmînin k’ûrvin, hevk’arî wê ya diha meh’kem û diha de’wmeþandinêve.

Wexta r’asthatinê goveka pirsaye fireye derheqa h’alê QÇ’-da h’ökömkirinê, hevk’arîya warê e’skerîyê û e’skerîyêtêxnîkêye navbera Ermenîstanê û Ûr’sêtêda hatîye e’ne’njkirinê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button