
Ew e’lametîya Îlham E’lîêvê sedrê Adrbêcanê qelpe, wekî ordîya wî þeherê Arsaxêyî Hadûrt’ê zevtkirîye.
“Ez hima niha Hadrût’êdame û nizam çima her t’enê ermenîya divînim”,-belgê xweyî fêysbûk’êda A. Hovhannîsyanê wek’îlê WX belgê xweyî fêysbûk’êda nivîsîye.
Pey e’lametîya E’lîêvr’a p’êla ûr’isaye “Wargonzo”-ye têlêgramêda r’ojne’mevanê ûr’isa fotoþikl belakirine û dane k’ivþê, wekî le’zekê pêþda ij Hadrût’ê paþda veger’yane û ew bin qolê ordîya Arsaxêye X-êdaye.
Sirîya xweda Vahram Pog’osyangê zarbêjê sedrê Arsaxê jî salix înk’arkirîye.
“Ij r’astîyê ewqasî dûre, çiqasî ordîya adrbêcanîye bizdyayî ij Hadrût’ê. Yanî bi deha kîlomêtra”,- ewî daye k’ivþê.