Politics

T’irkîa ij k’oma T’BHA-êye Mînskê gere înk’arve: W Arsaxêye K’D

T’irkîayê we’dekî dirêj dicêr’iband miqabilîhevbûna adrbêcanî-Qerebag’ê Qafqasîya Ce’nûbêda seva pêþdabirina r’ojeva xweye avanekirinêye derekeye sîasîyê bide xevatê, saxî- ne kö t’enê cime’tî bi dîharkirina t’ifaqdarîya bêþik li Adrbêcanê, lê isa jî bi dayîna alîk’arîya k’ese li wî welatî, nav wê hejmarê- ya xysetê e’skerîyê, derheqa vê yekêda e’lametîya W CA-êye K’D-da hatîye gotinê.
“H’erke berê T’irkîyê dilqê sîêdayî mînanî tîtika dilîst, e’melê Adrêcanê ver’êdikir, dêmek niha t’evbûna Ankaraêye k’ese nav e’melê derge-dîwanê Adrbêcanêye e’k’sîhiqûqyîêye miqabilî cime’ta Arsaxê heye- bi r’öh’darkirina e’melê Bek’ûêye sûck’arîyê, bi nîþandayîna aîk’arîya e’skerîyêsîasîyê û salixdayînê, bi dayîna sîlih’a, bi t’aybetî- ABF û ösûlê agirh’emzerpêye mûþeka, bi þandina p’êþezanê e’skerîyê û bi berevnivîsara k’rêkirîya. Ij R’ohlata Nêzîk- seva t’evbûna li þer’ê miqabilî Cimhöryeta Arsaxê. Mesela r’wiþta T’irkîaêye vî cûr’eyîye agrêsîve aþkelaye hingavtina fir’inda ermenîye hindava bat’mîþkira t’irkîye F-16-ye mezîla CE-êye hewêda.
Dereca qezîya dilqê T’irkîaêyî neh’îyê ser fona zêdebûna meremê serk’arîya t’irkîyî h’ecimp’arêzîyê zêdedive- ser h’îmê bîranînê qeyserîêye fantomîyê, k’îjanê, h’etanî r’awestandina mewcûdîya xwe, sala 1915-a k’omköjîya sedsalîya 20-îye pêþin- Qir’a ermenîaye salê 1915-1923-a, mîaserkirîye. T’ev tem, derge-dîwanê T’irkîaêye vê gavê ij qeyserîya t’esmîlî bîrkirinê kirî ne kö t’enê sîasîya wê mîrat’ stendîye, lê isa jî cûr’e û mecalê mîaserkirira wêye sûck’ar. Berbiç’e’ve, wekî miqabilîhevbûa adrbêcanî-Qerebag’ê sala 1918-a pêþda hatîye- hima axrîya t’evbûna e’skerê t’irkaye e’skerîêye Qafqasîya Ce’nûbêda. Bi pêþdabirina k’omköjîya ermenîaye sala 1915-a, sala 1918-a e’skerê t’irka dak’ötane Arsaxê û qir’a binelîyê Þûþîêye ermenî mîaserkirîye. Lê t’emamîya cêr’ibandinê e’skerê t’irka, Arsaxê bikine bin qolê Adrbêcana bi t’arîxa serbestîêye kin, lap t’er’ibîne. Bawerbike sed sala zêdetir þönda, T’irkîa dicêr’bîne çerxa t’arîxê paþda vegr’îne.
Nav sûckarîyê hindava Adrbêcanêda miqabilî cime’ta Arsaxê kirî îzbatîyê dilqê T’irkîaêyî berbiç’e’ve t’êrêkirinê hene û þikê zêdetire. Cavdarîya Ankarayê her t’enê bi qedandna sûck’arîyê her t’enê bi destê derge-dîwanê Adrbêcanêye k’ese sînornave, lê isa jî careke din destpêkirina e’melê sûck’arîyê û serk’arîkirin çawa qonaxa t’ivdarekdîtinê, isa jî wexta qedandina wan, werdigre. E’melê T’irkîayê h’emtêk’sta adrbcanî-Qerebag’êda diha zêdene, ne kö ferezî alîk’arî û de’vdana Adrbêcanê berva sûck’arîyê t’eze. Ev semt’girîya serk’arê TIrkîayê p’ara r’ewiþta sûck’are û derheqa mewcûdîya p’evk’etina navbera T’irkîayê û Adrbêcanêda þe’detîyê dide- wekî bigihîjne meremê t’omerî. Civaka ort’emiletîyê gere lap serwextve, wekî T’irkîa, t’ev Adrbêcanê t’emamîya cavdarîyê seva t’er’ibandina e’dlayê û bêqezîabûnêda dik’þîne û gere seva bi peyr’evî t’er’ibandina normê heqê ort’emtletîyê û qanûnne’ma T’MY berember t’esmîlî cavdarîyêve.
Pey van h’emû e’melar’a T’irkîa idî nikare h’esavve endama k’oma T’BHA-ye Mînskê, isa jî bi cûr’ekî t’ev e’melave, k’îjan govekê T’BHA-êda mîaserkirina r’esûltîya govekê ort’eçîtîyêva girêdayîye- serr’astkirina miqabilîhvbûna adrbêcanî-Qerebag’êva hinartî. T’irkîa ij t’eþkîla k’oma T’BHA-êye Mînskê gere bê înk’arkirinê, çimkî hazirîya wê vê xeleqa ort’emiletîêye ort’eçîtîyêda wê h’esavve r’öh’darkirina emelê avanekirinê û sûck’are gemberdana þêr’e miqabilî Cimhöryeta Arsaxêva hinartî.
Em careke din didne k’ivþê, wekî wan þertada, çaxê Adrbêcan, bi r’ênîþandayîna T’irkîaê, bangînê civaka ort’emiltîyê ber tiþtekî h’esavnake, û bi peyr’evî naxweze miqabilîhevbûna adrbêcanî-Qerebag’ê her t’enê bi r’iya e’dilî safîke, naskirina Cimhöryeta Arsaxêye ort’emiletîyê wê bive r’ik’inkirina civaka h’emdinîaêye t’omerî nav þöxölê neh’îêda dasekinandina e’dlayê û bêqezîabûnê, lê isa jî e’fradina þerta seva safîkirina t’emamîya pirsê mayîn bi hevr’axeverdana. Pêþtirî wê, naskirina h’îmê hiqûqîêye meh’kem û hindava cime’ta Arsaxêda encamê mîaserkirina heqê xwqirarbûna xweye meh’keme qanûnî seva anîna sîasîya t’irk-adrbêþaîye k’omköjîêye nsbetî Cimhöryeta Arsaxêye li zevtê, k’îjanê çawa Bek’û, isa jî Ankara k’arê xwe nakin t’erkê bidin. Em difikirin, wekî naskirina Cimhöryeta Arsaxêye ort’emiltîyê lap govekê dinîya þaristanî û berê e’wl wan welataye borcdarîyê sîasîyê û merivdostîyêda cîwardive, k’îjana k’omköjîya ermenîaye salê 1915-1923-a naskirîye û t’enqîdkirîye”,- e’lametîyêda hatîye gotinê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Ьса жи сахтикьн
Close
Back to top button