
Axirîya mîaserkirina berne’mêda sala 2023-a ösûla Ermenîstanêye meh’kema gere bêyî kor’psîaêve.
Encomana avropî wê k’omekê bide wergöhastinê ösûla Ermenîstanêye meh’kema.
Bi hevr’aqayîlne’ma t’ev h’ökömeta Ermenîstanê qolbûnê- encomana Avropayê sozê 30 mln êvro grant dide welatê me. R’ûniþtina h’ökömeta CE-êda wexta t’emsîlkirina t’ivdîra hevr’aqayîlne’mê Mhêr Grîgoryanê dewsgirtîyê serewezîrê CE salix e’lamkir.
“27 mln êvro bi cûr’ê k’ese alîk’arîya byûcêtîyê wê bêne dayînê, lê 3 mln-ê din- alîk’arîya têxnîkîyê”,- Mhêr Grîgoryan got.
Bona mîaserkirina berne’mê 2 sal we’de tê têr’adîtinê- weke wrgöhastinê meh’kemehiqûqîyê û berne’mê e’k’sîkor’ûpsîon.
R’ûstam Badasyanê wezîrê e’daletê safîkir, wekî axirîya mîaserkirina berne’mêda sala 2023-a ösûla meh’kema gere bêy kor’ûpsîayêve.
“Seva her salekê dayîna 9 mln êvoroya tê têr’adîtinê, lê 3 mln êvroyê ij 30 mlê êvroya seva xizaemtk’arîya t’emîdayînê gere bêne dayînê. Idî îsal ç’e’vnihêr’îne 9 mln êvroyê pêþin bistînin- seva saxtîkirina t’ertîfet û h’alê hebûka h’akima”,- Badasyan got.
Ewî isa jî serda zêdekir, wekî encomana betalkirina kor’ûpsîayê idî t’ertîfeta endamê MD û ÞH’H û h’alê wanî hebûkê saxtîdike.
Axrîya e’ne’nekirina pirsêda Nîkol P’aþînaynê serekwezîrê CE jî da k’ivþê, wekî r’iya wergöhastinê dêmokratîyêda YA hevalk’ara Ermenîstanêye h’îmlîye.