SocietyTop

Sala 2050 Ermenîstana meye çi cûr’eyî gere heve: P’aþînyan dwmeþandina wergöhastinê t’emsîlkir

Serekwezîr t’emsîlkir, k’a Ermenîstan t’emamîya warada h’etanî sala 2050 gere bigihîje çi hedefa.

Nîkol P’aþînyanê serekwezîrê Ermenîstanê r’oja serbestîyêva girêdayî de’wmeþandina wergöhastina Ermenîstanêye h’etanî sala 2050 t’emsîlkir. P’aþînyan got, wekî t’emesûka hemane t’omerî ser dereca dîwanî van 30 salê xilazîyêda t’inebûye.

Bi gilîyê P’aþînayn- fikra de’wmeþandinêye sereke göhastina berbir’îbûna bi mîlîona kesaye nisbetî Ermenîstanê. Ewî da k’ivþê- de’wmeþandina pêþdaçûyîna welêt isa gere bê avakirinê, wekî ij t’emamîya dinîayê bice’dînin bêne Ermenîstanê- r’ik’inkirina bikin, bîznêsê bikin, r’eh’etvin.

Serekwezîrê CE da k’ivþ, k’a sala 2050-î ç’e’vnihêr’î çi r’eqemnîþane. Berê e’wil tê têr’adîtinê hejmara binelîya bigihînne 5 mîlîona, 1,5 mîlîon cîyê xevatêye teze bie’frînin, k’esîvtîyê alt’kin, 20 bare DH’H  zdekin, 7 bare aylixa  ort’e zêdekin, dirêjaya e’mre hîvîdarîyê bilindkin h’etanî 90 sala.

Serekwezîr pirsgirêkê datîne we’dê k’ivþbûyîda ordîya hereþer’van heve, xizmetk’arîke dinîyaêye îzger’îêye ij dehê dinîaêye herebaþ bie’frînin, 200 îdarê dinîaêye xb-e herebaþda lap kêm sê îdarê ermenîye xb-e isa hevin.

De’wmeþandin t’exmîndike, wekî Ermenîstanê bive welatê têxnologîêye bilinde senayê. Tê têr’adîtinê lap kêm 5 hevaltîyê têxnologîêye bi bahê 10 mlrd û zêde û lap kêm 10.000 startap’ê dixevtin hevin.

Pêþtirî wê, serekwezîr dixweze aqara mêþa cimhöryetêda döbareke, r’ewana tûrîstaye salewextênye li Ermenîstanê bigihîne 15 mîlîona.

Dik’ê ort’emiltîyêda jî þöxölê kirinê heye- h’etanî sala 2050-î Ermenîstan gere 25 mêdalê olîmpîêye zêr’ qazincke, navê çêmpîonê dinîaêyî k’iþikêyî þexsî bistîne, lê k’oma fûtbolêye bijare- mêdalê ij pêþvantîyê yan dinîayê bîne.

Bi gilîyê serekwezîr- þertê k’ivþbûyî gere bivin r’ênîþê derge-dîwanê Ermenîstanêye 30 salê pêþbere h’îmlî.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button