Politics

Safîkirina miqabilîhevbûna Qerebag’êye bi qewatê t’ine: sefîreyê T’Û-êyî CE-êda

Ûr’isêt giþta ze’ftir mot’ace, wekî neh’îêda e’dlayî û meh’kemî erêvin, Sêrgêy Kopîrkînê sefîreyê T’Û-êyî sirêder û wek’îlî Ermenîstanêda e’lamî qölixdarîya “Novostî-Armênîa”-ê kirîye.
“Ûr’isêt t’ev welatê neh’îyêye mayîn yekpel giþta ze’ftir mot’ace, wekî neh’îêda e’dlayî, meh’kemî erêvin, çimkî em vira hazirin: bingeha meye e’skerîyê, sînorvanê me virane. Yanî ev tiþtekî nezerî nîne: seva Ûr’isêtê Qafqasîya Ce’nûbiê obyêkteke lîstikê nizma çi dinîa-sîasîê nîne, lê, wê hejmarêda, p’areke yazîya bajar’vanê me. A lema em lîstikçîya mot’acin”,-ewî e’lamkirîye- bi dayîna cava wê pirsê, k’a dilqê Ûr’isêtê Qerebiag’êda wexta þer’ê meha sala 2016-aye nîsanê ê çi cûr’eyîye- nav erêkirina þer’r’awestinê û tûjbûna h’al Tavûþêda meha îsaline tîrmehê.
Sefîre daye k’ivþê, wekî t’emamîya e’melê Ûr’isêtê xwe dispêrne nêzîkbûna t’otmerî.
“Em h’esavdikin, wekî safîkirina vê miqabilîhevbûnêye bi qewatê nikare heve. Hevr’axeverdan  lazime, e’layî lazime, lê, fe’mdarîye, hima alî xwexa, gere qirara derxin, p’evk’evin. Ûr’isêtê hindava xweda h’emû tiþtê lazim bike- þerta bie’frîne seva pêþdaçûyîna h’ale heman”,- Kopîrkîn daye k’ivþê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button