
Îbadetgeha Laliþ- seva ÿzdîyê dinîayê cîyê lapî pîroz, careke din vebûye. Îbadetgeh r’oja þemîyê pey navbir’îya pênc mehar’a, k’îjan dest pêgirtina kovîd 19 bû, seva serdanvana vekirine.
Nîvê meha îsaline adarê pey wê yekêr’a, çaxê delîvê kovîd-19-ye e’wil hatne tênivîsarê, h’ökömeta neh’îyê e’mirkir t’emamîya warê ayîna dîn, nav wê hejmarê meçîta, dêra û îbadtgehê dînê dine dadin.
Löqman Silêman, serk’arê dêpartamênta Laliþêye MST’, e’lamî Bas nyûz-ê kir, wekî îbadetgeh seva ziyaretvana pey wê yekêr’a vekirîye, çaxê derge-dîwana derheqa t’ecdîdkirina xevata vê obyêktêda e’þiratî dan.
Sölêyman e’lamkir, wekî ewana herr’o ç’e’vnihêr’î 100 serdanvana zêdetirin, a lema fermandarya îbadetgehê t’emîyê dide dîna xwe bidine tênivîsarê doxtirîyê, ê hindava h’ökömeta neh’îtêda belakirî, nav wê hejmarê girêdana niqabê û mîaserkirina dûraya sosîalîyê wexta döa’kirinê.