Society

Baxçê zar’a wê vevin, lê ne seva t’emamîya zar’a

Zar’ê t’eze baxçê R ewanêye zar’ada hila hê wê neyne qebûlkirinê, çimkî qebûlkirina zar’ê  sirênivîsî we’delî  hatîye sekinandinê. K’omê her t’enê bi zar’ê sala 2019-2020-îye xwendinêda çûyî li baxçê zar’a wê t’amvin.

Baxçê R’ewanêye zar’a 15-ê meha îlonê wê vevin. Hakob Karapêtyanê k’atvê serþarê R’ewanêyî çapgerîyê salix bi nivîsara xweye belgê xweyî Fêysbûk’êda kirî e’lamdike.

Ew isa jî salixdike, wekî h’alê koronavîrûsêva girêdayî- seva baxçê zar’a jî, çawa delîva mek’t’evada, qanûnê bêqezîabûnêye mexsûs r’êkpêkbûne.

Awa: her k’omekêda qedera zar’aye herezêde 12 hatîye têr’adîtinê. Saxî, baxçê zar’a zar’ê t’eze hila hê wê qebûlnekin, çimkî qebûlkirina zar’ê t’eze we’delî hatîye r’awestandinê.

K’omê her t’enê bi wan zar’a t’amvin, ê kö sala 2019-2020-îye xwendinê çûne baxçê zar’a.

Sirêpêþîtîyê wê bidine zar’ê 5-6 salî, dê-bavê k’îjana dixevtin, zar’a, seqetîya dê-bavê k’îjanaye derecê e’wil yan döda heye û zar’ê xevatçîyê e’ynî baxçê zar’a.

Em bînne bîr- angorî qirara serþarê R’ewanê- baxçê zar’aye 20-ê meha gölanêda vebûyî pey 22-ê meha h’ezîranêr’a her t’enê 20 baxçê zar’a dixevtin, þöxölvanîya ê din we’delî hatîye r’awestandinê. Her neh’îke fermandarîêda yek yan dö baxçê zar’a dixevtin,  wekî delîva lazimda zar’ê t’emamîya baxçê neh’îya fermandarîêye zar’aye dinê dikarin her’ne wira.

12-ê meha t’ebaxê h’ökömetê qirarkir h’alê sirêderîErmenîstanêda e’lambûyî bi mehekê jî dirêjke, lê  hine sînorkirinê welêtda e’melkirinê milhamîkin. 15-ê meha îlonêda dersê mek’t’evêxwendina t’omerî,  îdarê e’wil û ort’eye p’êþek’arîê, mek’t’evê sazbendîyê, h’önörê, bedewetîyêda t’ecdîdvin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button