PoliticsTop

Wezîrê K’D e’lamkirîye, k’a k’îjan delîvêda dikarin nav serr’astkirina miqabilîhevbûna QÇ’ ç’e’vnihêr’î pêþdaçûyînêvin

Nav pêvajoya e’dilî serr’astkirina miqabilîhevbûna QÇ’ seva Ermenîstanê e’sasê ferze- cefê bivîne seva e’frandina h’alê k’omekê bide e’dlayê. Çawa “Armênprês” salixdike, nav pirsqisê, k’îjan day “Întêrfak’s”-ê, derheqa vê yekêda Zohrab Mnasakanyanê wezîrê K’D gotîye- bi þirovekirina ya miþlaq ser sînorê ermenî-adrbêþanî û p’evçûnê ÿt’nîkîêye navbera ermenîya û adrbêcanîyada, nav wê hejmarê- Moskvayêdabûyî.

“Çetine helandayîna h’alê e’ynatê ne kö t’enê neh’îya meda, lê isa jî cêr’ibandinê cîgöhastina wê ij neh’îyê der bivînin. Pêvajoya e’dilî serr’astkirinêda seva Ermenstanê e’sasê ferze- seva e’frandina h’al, k’îjanê k’omekê bide e’dlayê, cefê bivîne. Îht’îmal nîne þertê mewcûdîya h’alê e’ynatê, hr’êtornasîya þêr’ û h’alê gefxwerina xevtandina qewatêda pêvajoya hevr’axeverdanê e’dilî bimeþînin.

Bi gilîyê wî- bêfydeye hevr’axeverdanada ç’e’vnihêr’î pêþdaçûyînêvin, çaxê Adrbêcan alîkîva helana dide e’ynatê, yalê dinêva, bi gilîya, qesta e’dlayê dike.

“Îht’îmal nîne þertê ermenînefretkirinê, hr’êtornasîya þer’xwezîyêda t’exmînkin, wekî hevr’axeverdanada dikare pêþdaçûyîna meye r’ast heve”,- wezîr binxetkirîye.

Bona pirsê, k’a çi dikin, wekî paþê p’evçûnê heman t’inevin, Mnasakanyan gotîye, wekî e’wil derheqa lazmaya pêvajoya e’dilîda gere serwextbûn heve.

“Gere h’emdê sîasîyê heve û gere mecalê konkrêt hevin. Em hevr’axeverdana dimeþînin, nav wê hejmarê- dora gavê baþqe-baþqeye safî, k’îjanê alî bikin vê hr’êtornasîyê û tûjkirina e’ynatê kêmkin. Serecema vê blokêye konkrêt heye, hindava meda, hinlava h’emsedrê k’oma T’BHA-êye Mînskêda pêþdanînê p’ir’hejmar hene. T’emamîya van fikra gere mîavservin.

Mesela meye baþ heye, çaxê par me karibû em t’ivdîrê mîaserkin- p’evgöhastina r’ojne’mevana ij Bek’ûyê, R’eÿanê û Stêp’anakêrtê. Encam dikarin ê milûkvin, lê- ze’f ferz. Eva p’ara t’emamîya pêvajoyêye e’dlayêye”,- wezîr gotîye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button