
P’ara 2-va
Meha sala 2014-aye t’ebaxê
Þhîd serhatîtya xwe “Êzîdî24”-r’a gilîkir, k’a ew çawa li klînîka doxtirîêye göndda birê doxtirîyê dixevitî: “Siva 15-ê meha t’ebaxê ew bi lênihêr’andina pasîênt mijûlbû, û Salih’ê kör’ê minî ç’ûk hat û got, wekî de’îþ dixweze meriva mek’t’eva göndda berevke. Wê r’ojê Kocoda bark’êþ û k’omê de’îþ-êye pêþe’nîyê hebûn, r’ojê din me kal-pîr, cahil, mêr û jin mek’t’evêda t’opdikirin, lê wê r’ojê tirsk’ara e’mirkir em zêr’ û p’era berevkin, k’îjan bal binelîyê gönd hebûn, Ah’med Casoyê serk’arê göndê me pêþdestî hilda ser xwe, bi danîna göstîla xwe”.
Mekt’ev ya döqatîbû, jin qatê dödadabûn, lê mêr- qatê yekêda. DE’ÎÞ-ê de’wa xilazîyê kir, destê xwe dînê xwe bikin û îslamê qebûlkin. Pey wê yekêr’a çaxê me înk’arkir, ewê sûck’arê DE’ÎÞ-ê h’ar kir, tirsk’ara t’emamîya zêr’ hilda û paþê em p’areveyî ser k’oma kirin. Py wê yekêr’a, çaxê wana em p’arevekirin, le’zekê þönda dengê agirkirinê sewtbû, ez Xwedêda zêndî mam”,- Þehîd gilîkir.