SocietyTop

Mêþê hingiv dermank’arin, kîjan difir’in: Martûnîêda mihrîcana “Hingivbirin 2020” hate derbazkirinê

Göndê Martûnîyê ya ÿla marza Gêg’ark’ûnîk’êye Ç’ambarakêda mihrîcana “Hingivbirin-2020” hate derbazkirinê. Belqîtkêva girêdayî, îsal mêvan, hilbet, hindikbûn, lê binelîyê Martûnîyê, ê kö xwestibûn t’evvin, ze’fbûn. Çawa “Armênprês” salix dide, “Agrohavîna min” t’ev çadirgeha havînêye ort’emiletîyê û merk’eza pêþdabirina mêþê hingiv lihevzêdkirinê, govekê berne’ma “Aramazd: Smart’” ya t’eþkîleta “Karîtasa ermenîye” xêratk’arîêye civakî, hatbû t’eþkîlkirinê.
“E’yd bûye e’det. Xwestin yeke- xevata meriva, ê kö neh’îya meda die’frînn û xörekê t’eze t’emsîlkin, em ÿla xwe isa jî çawa t’erefê tûrîstîyê, bikine ya naskirinê. Merem ewlekirina ÿlêye bi r’êsûrsê ÿlê”,- Sat’ênîk Xaçatryana h’emt’eþkîldara t’edbîrê, serk’ara çadirgeha “Agrohavîna mine” havînêye ort’emiletîyê got.
Wexta mihrîcanê mêvana  xweþvêtîyê hazirkirina sawûnê, penêrê mot’al naskir, xörekê neh’îêda tê deranînê te’mkir, lê p’ara t’edbîrêye herebalk’êþ gövaþtina hingivbû,  mirazxwez cembûn, paþê jî te’mkirin û dane bawerkirinê-r’astî jî te’mê hingivê bi destê xwe gövaþtîyî mexsûs heye.
Hayk Hovhannîsyanê hingivçîyê cêr’ibandî, bi t’emsîlkirina meþa hinigivgövaþtinê, sör’a sag’lemîya xwe vekir. “Ê hingiv dixöe, naxweþanak’eve. Mêþê hingiv dermank’arin, k’îjan difir’in”.
T’eþkîldar hîvîdarin, wekî saltireke din mihrîcanê bi diha gele mêvana derbazve. Idî berne’mê wane t’eze hene.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button