SocietyTop

Îzê pêþqedemê Lavrove ermenî Lor’îêda: mezelê qebîlê û bizmara parastina dêrê

H’ewþa dêra göndê marza Lor’îêyî Ardvîêye H’izret Hovhannêsda mezelê qebîla K’alant’aryanaye. Dergê h’ewþa dêrê jî h’etanî îro bi bizmara h’esine sedsalîkê pêþda cîwarkirî tê dadanê.

Derheqa e’slê Sêrgêy Lavrovê wezîrê T’Û-êyî K’D-î ermenîda ze’f hatîye nivîsarê, ewî jî ew salix ne kö t’enê înk’arnekirine, lê bi me’nîkê h’etta erêkirîye.

Angorî  belakirinê çapgrîyê- pêþê wzîrê Ûr’isêtêyî K’D-e e’silermenî wek’îlê qebîla K’alant’aryanê T’ilbîsêye e’silermenîne.

Darbava K’alant’aryana r’astîyê ij dinîa Ermenîstanêye Lor’îyê destpêbûye. Delîle, wekî sedsalîyê 18-19-ada Lor’î bi p’evgirêdanê t’öcarîyê û xwendinmedenyetêye meh’kem T’ilbîsêva girêdayîbû. Cahilê p’ir’hejmar, ê kö T’ilbîsêda xwendin distendin, paþda venediger’yane göndê xwe. Bi vî cûr’eyî isa jî þaxekî qebîla K’alant’aryanaye t’or’inî we’deda cîgöhêzî T’ilbîsê bûye, ê din domandine Lor’îya misk’enda bijîn û ewê bidine jîyînê.

K’alant’aryanê Lor’îyê qebîla t’or’inaye qedîmin. Mexberê qebîla K’alant’aryana h’ewþa dêra  Ardvîêye H’izret Hovhannêse sedsalîya 8-ada avabûyîdaye.

Têr Vrt’anês k’eþîþ Bag’alyanê þivanê Ozûnêyî r’öh’anî, bi  hevr’êkirina k’oma “Spûtnîk Armênîa”-êye þikilk’iþandinê li h’ewþa dêrê, got: “Vira mezelê Bêjanyana û K’alant’aryanane. Lavrovê wezîrê T’Û-êyî K’D-î îro jî ij e’ynî malêye- ij K’alant’aryana”.

H’ewþa dêrêda sê bira h’edkirîne- Mêlîk’, Êgor û K’alant’ar K’alant’aryan, ij qebîla  h’akimaye qedîm pêþda hatine û peyhatîyê melik’ê Lor’îêne, ê kö salê qeyserîya ûr’isa alî Lor’îyê kirine, k’îjan k’esîvtîyêda dima.

Mêlîk’ K’alant’aryan sala 1902-a dêra Ardvîyê t’ezekirîye, t’oprax sûrkirîye û darê hörmîya nikandine.

Dergê h’ewþa dêrê h’etanî îro bi bizmara h’esine Mêlîk’ K’alant’aryane cîwarkirî tê dadadnê.

“Hûn divînin- bi çi bizmara t’arîxî derî dadadyîye- bizmara zemanê K’alant’aryanaye. Gele mozexanê welatnasîyê wê xwezilîya xwe banîya nimûnê wane wa hevin, lê bal me ew t’ijene”,- bi vekirina dêrî, Têr Vrt’anês got.

Wezîrê T’Û-êyî K’D-î  vê gavê 21-ê meha sala 1950–ye adarê, T’ilbîsêda ij diya xwe bûye. Angorî belakirinê çapgerîyê- bavê Lavrov ermenîyê T’ilbîsêbû- bi fe’mîla K’alant’aryan. Kör’ paþê fe’mîla dê- Kalêrîa Borîsovna Lavrovayê hildide.

17-ê meha sala 2005-aye sivatê, çaxê Lavrov li Ermenîstanê qesidîbû û  r’astî xwendk’arê zanîngeha R’ewanêye Slavonîyê dihat, ij wana yekî pirsîbû, gelo e’silê ermenî ewî þerpezenake.

“E’sllê min ij T’ilbîsêye, çimkî bavê min ij wire, lê tamarê minva xûna ermenî r’ewandive”,- Lavrov gotibû.

Sêrgêy Lavrov sala 2004-ada qölixa wezîrê T’Û-êyîK’D mijûldike.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button