CultureTop

”Bêsebir hîvîya t’emaþekirinême”: T’ayra Bênk’sa sûpêrmodêl- derheqa fîlma derheqa Qir’a ermenîyada

T’ayra Bênk’sa sûpêrmodêl, dilqeçî û beyt’ara Amêrîkaêye dûrdîtinokê “T’wît’t’êr”-êda nivîsara Ÿrîk Îsrayêlayanê prodyûsêre derheqa fîlma “Soz”-da, k’îjan derheqa Qir’a ermenîyada gilîdike, careke din belakirîye. Îsrayêlyan gilîkirîye, wekî xizmetk’arîya “Nêt’flîk’s”-êye srt’îmîngîyê seva t’eþhîrkirinê film p’eydakirîye, lê T’ayra Bênk’sê e’lamkirîye, wekî “bêsebir hîvîya t’emaþekirinêye”.

“Em dilaþane e’lamkin, wekî “Soz” hindava “Nêt’flîk’s”-êda 8-ê meha t’ebaxêda  hatîye destanînê.Seva alîkxarîyê malaîava we giþtar’a, û em zanin, wekî niha ewê xebîrbûnê diha gelekî bilindke. H’emû tiþt saya merdîya K’irk’ K’irk’oryanê heval û dersdarê meye bêsînor û t’îma meye”,- Ÿrîk nivîsîye.

“Soz” fîlma Amêrîkayêye dramatîke, k’îjan xwedispêre Qir’a ermenîya û qewmandinê salê Qeyserîya osmanîêye xilazîyê. R’êjîsor T’êrî Corce, Oskar Ayzêk,K’rîstîan Bêyl û Þarlot Lê Bon dilqê serekedane. Prêmîêra 11-ê meha sala 2016-aye îlonê Torontoyêda wexta kînomihrîcanê qewimîye.

Fîlm derheqa sêgoþa evîntîêye navbera Mîk’ayêlê xwendk’arê doxtirî ij Ermenîstanê (Ayzêk), K’rîsê r’ojne’mevanê ij Amêrîkayê, ê kö P’arîzêda dimîne (Bêyl) û Anna keç’a ermenîye Firansîaêda ij diya xwe bûyîda gilîdike. Þerpezebûna fîlmêye sandoqa p’era hebûye- delîva byûcêya 90 mîlîon dolarada bi berevkriina 12 mîlîon dolara. Lê stûdîayê daye k’ivþê, wekî meremê qeyt’anêyî serekeye nisbetî t’arîxê göhdarîyê wergirin, ne kö- cemê qazinckin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button